Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojek cîhanî bo jinan, jî!

14:43 - 11 Kanûna pêşîn 2012

Arif Vêlzî

Roja 25’ê November ku ji aliyê NY ve, weke roja cîhanî a nehêlana tundûtîjî li dijî jinan hatiye diyarîkirin, salvegera yek ji wan karesatên mirovî ye ku derheq jinan hatiye encam dan. Ev jî ev e ku di wê rojê de û di sala 1960’î de, sê xaşkên Mîrabal ku bona bidestveanîna azadî û yeksanî di welatê xwe de çalakiyên siyasî û civakî dimeşandin,li hember dîktatorîya Lêonîds Troxiyo li Komara Domînîkenê de berxwe dan, lê ji aliyê hêzên ewlehî ên ser bi deshilatê ve hatin destbiserkirin û piştî destdrêjiyên cinsî û îşkenceyên zaf bi avayek hovane hatin kuştin.
Li gor pênaseya NY, her cure riftarek ku bibe sebebê xisarên bedenî, cinsî û derûnî, weke tundûtîjî tê hesibandin. Lewma niha di sedsala 21’an de em dibînin ku di piraniya welatên pêşketî û xwedî demokrasî de ku yasayên bingehî ên xwe li ser esasê peymannameya cîhanî a mafê mirov û konvansyonên ser bi vê ve darêtine,tundûtîji ya li hember jinan bi her awa û şiklekê be, bi tawan tê hesibandin û ceza pêre hatiye diyarîkirin.
Lê di civakên kevneşop û deshelatên dîctator de, bi hêceta parastina buha û nirxên çandî, kevneşopîî, olî û mezhebî, ku piraniya wan li dijî azadî û kerametên mirovî ên jinan in, dest diavêjin tundûtîjî û binpêkirina mafên herî despêkî ên jinan. Komara Îslamî a Îranê jî, yek ji wan hikûmetane ku her di despêka hatine serkara xwe de, ev kesên ku tundûtîjiyên weke hicaba bi zorî, kêmkirina temenê zewicîna jinan, rêgirtin ji xebitîna jinan di hindek waran de, rêgirtin ji hilbijartina cihê jiyana xwe û …htd encam didan, di bin per û balên xwe de weşartin, da ku bibe handerek bo sepandina meremên xwe ên dijî mirovî. Piştî refrandoma ku di sala 1358’ê de birêve birin, bi avayek farmî û yasayî Komara Îslamî ji bilî ferq û cudahiyên olî û mezhebî, ku bi tundûtîjî li dijî jinan tê hesibandin, jiyana jinê di çarçoveya mal û xwedîkirina zarokan pênase kirin û bi vî awayî, diyardeya kevneşopane a tundûtîjî li hember jinan bi ser civaka Îranê de sepand û jin ku nîvek ji civaka Îranê pêk tîne, ji piraniya mafên xwe ên siyasî, civakî, abûrî û candî, bêpar kirin.
Yasaya bingehîn a Komara Îslamî gelek madeyan li xwe digire ku li gor peymannameya mafê mirov bi awayek eşkere tundûtîjî li dijî jinan tên hesibandin. Bo mînak madeya 114’ê ya yasaya bingehî, rê dide ku jin heya çaxê kuştinê bê kevirbaran kirin, madeya 1130’î ya yasaya medenî, mafê daxwaza telaqê li jinan distîne, esla 115’ê ya yasaya bingehî dibêje ku serkomar dibe li navbera mêrên mezhebî û siyasî de bê hilbijartin, jin nikare mafê qezawetê wergire, du keç bi qasê kurekê dikarin mîratê bavê xwe wergirin,rê nade ku jina Misilman bi mêrê ne Misilman re bizewice, lê berevajî mêrê Misilman dikare bi jina ne misulman re bizewice, çendjinî, zewicîna demî û gelek yasayên din in ku weke yasayên sedsala navîn in, û tu xaleke havpar di navbera wan û yasayên îro ên civaka cîhanî de nine.
Di heyamê 34 sal temenê xwe de Komara Îslamî gelek zilm û zor û tundûtîjî li dijî civaka Îranê bi giştî û jinan bi xasmanî bikar birine. Tundûtîjiyên ku weke cinayetên Naziyan, di cîhanê de deng vedan. Cînayetên weke girtin, îşkence û destdirêjiyên cinsî ên berî îdamê bi meremên mesebî, desteserkirina jinan bi zarokan ve, îşkenceyên derûnî, dabînkirina alavên xwekujiyê ji wan tepeserî û tundûtîjiyên herî tal û dil êş in.
Lê serbarê ev hemû tundûtîjî û tepeserkirina jinan di Îranê de, eva ku cihê dilxweşî û şanaziyê ye ew e ku, civaka Îranê bi giştî û bi xasman jinên azadîxwaz ên Îranî hest bi vê yekê kirine ku jinavçûna tundûtîjiya li dijî jinan di Îranê de, bi tenê li riya nemana Komara Îslamî ve misoger dibe. Lewma em dibînin ku jin hertim di refa herî pêş ya berxwedana li dijî deshilata sofî û melayan de ne û di pêxema gihîştin bi armancên xwe ên siyasî û civakî, û herweha nehêlana tunduûtîjî ya li dijî jinan jî, gelek jinên weke Zehra Kazimî, Zehra Benî Yeqûb, Nida Aqa Sultan, Perwane Firûher, Teranê Musewî canê xwe gorî kirine û gelekên din jî weke Halê Sûbhanî û Nesrîn stûde di girtîgehên Komara Îslamî de, li benda cezayên giran in.