Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojev

12:32 - 28 Çirriya pêşîn 2012

Senaryoya Sipahê li dor daxistina gewriya Hurmizê çiqas dikare bikewe warê piratîkê?

Selîm Zencîrî

Heftînameya “Spiegel” a Alman, roja 14’Çiriya pêşîn li raporek xwe de îdea dike ku Sipaha Pasdaran a Îranê armanca xerabkariyê li Xelîcfarsê de heye û dixwaze ku bi pêkdadanek sexte û bin av kirina neftkeşekê, gewriya Hurmizê dabixîne.
Pêka ku li vê pilanê de hatiye texmîn kirin, piştî bin av bûna gemiya neftê, riyên navnetewî dê bên daxistin û welatên baykotkar ên li dijî, Îranê dê tûşî zirar û cezayan bibin.
Ji hêla din ve ji ber rêjeya zaf a pîsbûna ava xelîcê li dor têkçûna gemiya neftê, dê tirajîdiyek jîngehî pêk were. Helbet li egerek wusa de Îran jî parastî nabe û hemû avên başûra Îranê jî dê pîs bibin.
Seîd Mehmûdî, karnasê mafê deryayan vê kiryara Îranê bi awayek ji xwekujiyê dizane ku renge pitir ji her welatek din zirarê bigehîne xwe.

Helbet ew hêvîdar e ku piştî eşkerekirina pilana han ji aliyê kovara “Spiegel” ve, bûyera han tu car naqewime. Ji ber ku taze pilana han hatiye eşkere kirin û eva jî tê wateya wê ku li piratîk de birêve birina pilanek wusa ji nav çûye, çûnku paşan înkara wê dê gelek dijwar be.

Ger welatên zirardîtî bikarin biselimînin ku ew kar berqesd bûye, li warê yasayên navnetewî de destê wan vala ye ku ji her alavekê bona vekirina dubare ya gewriya Hurmizê mifahê bistînin. Çûnku li dîtingeha mafê navnetewî ve, avriyên navnetewî dibe bi awayek berdewam bona hat û çûyîna gemiyan vala û vekirî bin. Li egera selmandina wê de, pirsa han dikewe çarçoveya gefên li dijî aştiya cîhanî û dikare bo Şêvra Ewlekar were şandin.


Aloziyên deverî reaksiyona herî biçûk a daxistinê
Hûşeng Hesenyarî, mamostayê Kolîja Leşkirî a Kanadayê îşare bi manora dawîn ya 22 welatan li Kendavê de dike û tekez li ser vê yekê dike ku armanca sereke ya manovrê, paqijkirina mîn(mayîn)an û pêşgirtin ji daxistina gewriya Hurmizê ye.

Herweha dide zanîn ku ev senaryoya ferzî a Sipahê dê bi reaksiyon û helwesta herî tund a welatên din re berbirû bibe û ew dijkiryar ne tenê dê hewildan ji bo vekirina Hurmizê be, belkî dikare bibe sedema ber bi rûbûna bi Sipaha pasdarn û bi awayek giştî bi rejîma Komara Îslamî re û eva jî dikare aloziyê li deverê de pêk bîne.
Li dor bandora rûdana egerek wusa bo welatên hewcedarê neftê jî dibêje ku’’ pêka berhevdanên ku Amerîkiyan kiriye, karek wusa dikare heya mehekê gewriya Hurmizê dabixîne. Lewre ye ku welatên deverê hewil dane ku riyên din weke alternatîv bona şandina neftê bibînin. Li rewşek wusa de bêguman nirx û buhaya neftê wê jorde biçe û dever jî aloz bibe. Lê ew daxistin ne dayimî dibe û ne jî dibe sedema fetisandina aboriya welatên hewcedarê neftê.


Daxistina Gewriya Hurmizê ragihandina şer bi cîhanê re ye
Pêka rapora “Spiegel”, ji ber pîsbûna ava kendavê li encama bûyerek wusa de, welatên rojavayî neçar dimînin bona çareserkirina vê pirsê bi Îranê re hevkariyê bikin, lê Xulamreza Mîrekî, karnasê jîngeha deryayî vê yekê bi dûr dizane û eşkere dike ku li egerek wusa de gewriya Hurmizê pîs nabe. Ji ber ku du rû û laye ji avê li wir hene. Rûye jêrîn de av diherike û diçe. Li rûyê serwe yan jorîn de jî av tê. Wate du cereyanên cur bi cur yên avê li wir hene.

Ji hêla din ve jî li dema şerê Îraq bi Kiwêtê re, rêjeya pîsatiya ava kendavê giha bilindtirîn asta xwe û ji ber herikîna du pêlên cuda tirajîdiya dilxwaze Îranê neqewimî.
Li gor vî karnasî, bûyera ku li Kendava Mikzîkê de qewimî û tirajîdiyek jîngehî pêk anî, li kendava Fars de cihê dubare bûnê nine. Çûnku ger pîsbûna bi wê rêjeyê jî rû bide, li pey herikîna avê de wê ron bibe. Lê li her hal de divê pêşiya qewimîna bûyerek wusa bê girtin.

Her sê karnas li ser vê baweriyê ne ku encamdana karek wusa bi her sedemekê be, ragihandina şerê bi cîhanê re ye û li encam de ne tenê nabe sedema qutbûna tehrîman, belkî dê zêdetir jî bike û egera êrîşa leşkirî jî dê xurttir bike.