Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojhilat di navbera beşdarîkirin û destêwerdanê de

13:34 - 29 Hezîran 2015

Arif vêlzî

Di sedsala borî de yek ji ciwaniyên xwezaya siyasî ya Kurdistana Rojhilat di qonaxên cur bi cur de, û bi taybetî di serdema Komara Demokratîk a Kurdistanê de, vekirina dergehê siyasî bûye bi rûyê Kurdên beşên din ên Kurdistanê.

Mînaka herî berçav ya vê vekirinê, beşdarkirina hêzên pêşmergeyên Başûr bi rêberiya nemir Mela Mistefa Barzanî û çar efserên arteşa Îraqê bi navên Xeyrulla Ebdulkerîm, Mihemed Qudsî, Mistefa Xoşnav, Îzet Ebdulezî û bi sedan kesên din bûn ku mixabin di dema herifîna Komara Kurdistanê, û piştî afirandina bi hezaran destanrêsiyên cur bi cur, di gel Barzanî ber bi Yekîtiya Sovyetê ya wê demê çûn, û her çar efserên Başûr jî bi neçarî vegeriyan nav xaka Îraqê û piştre ji aliyê deshilatdarên wê demê ên Îraqê ve bi tawana beşdarî di Komara demokratîk a Kurdistanê de hatin bidarvekirin.

Serbarê vê yekê jî em dibînin ku piştî herifîna Komarê jî bi sedema hovîtiya rejîmên zal bi ser Kurdistanê bi giştî de, derkirina û awarebûna Kurdên parên din ên Kurdistanê, hertim himbêza Kurdistana Rojhilat û partî û rêkxirawên vê ên siyasî û li serveyî hemiyan PDKÎ ji bo xûşk û birayên xwe di beşên din ên Kurdistanê û bi taybetî, kesayetî û partî û rêkxirawên şoreşger û siyasî ji çep ve bigre heya rast, û demokrat û Îslamiyan re vekirî bûye, û ji bo parastina wan ji tu alîkariyekî madî û me’newî xemsarî nekirine û ew qas ku karîbin nanê li ser sifreya xwe bi wan re parve kirine.

Di vir de naxwazim li ser vê xalê bisekinim ku dema Rojhilata Kurdistanê û tevgera wê berbirûyê tengasiyan bû, helwesta partî û aliyên din ên beşên din ên Kurdistanê di hemberî van hemû zehmet û beşdarîpêkirinên Kurdistana Rojhilat çi û çawa bûye, lê dixwazim ku ew yek veşartî nemîne ku niha ku nêzîk bi sî sala ye, partiya Kedkarên Kurdistanê ku ji Bakur ve hatiye, û li Bakur heya Başûra sînorên Rojhilat hekî nebêjim ku dagîr kiriye, bi cih bûye, û niha û di vê rewşê de bedela vê ku wekî PDKÎ ku di rabihorî de, bi dehan pêşmergeyên xwe ji bo parastina canê gerîlayên PKK li ser sînorên Kurdistana Bakur gorî kiriye, bê û bibe pişt û pena ji bo tevgera neteweyî li Kurdistana Rojhilat û bi alîkariya hemû aliyane ya xwe pirsa Kurd di vê perçeyê de ber bi pêş ve bibe, mixabin tê û dibe sînorparêzê Komara Îslamiya Îranê, û rê ji hatina pêşmergeyên Rojhilat ku tenê hêviya xelkê şoreşger û netewexwaz ê Rojhilat be digre, û heya bo parastina sînorên destçêkirî ên Komara Îslamiya Îranê hatiye dîtin ku mixabin gellek bi hêsanî berê çekên xwe dane pêşmergeyên PDKÎ û şehîd û birîndar kirin.

Niha hinek pirs têne gorê, ku ew jî ew in ku gelo bersiva nêzîk bi sî salan xizmeta Kurdên Rojhilat bi armancên Kurd li Bakur bi vî rengî tê dan? Gelo rojek ji rojan Rojhilat wê PKK bibore? Ya eva ku ew karesata ku PKK afirand û ew xwîna ku bi xedir rijand, wê bê ji bîr kirin? Gelo man û sînorparêziya PKK ji yekem roj ve heya niha û herwisa hatûçûna wan ya rojane bi bê asteng di nav gund û bajarên Rojhilat de ku li cem tu kesî veşartî nine, di pêxema çi de ye?
Bê guman ji aliyekî ve reftara siyasî ya PKK di çend salên borî de, û pêwendiya vê partiyê di gel deshilatdarên zal bi ser Kurdistanê de, û pêknekirina wan di gel hêzên siyasî ên Kurd bersiva van pirsyaran û gellek pirsiyarên din daye, û naweroka vê partiyê bo gelê Kurd eşkere kir, û ji aliyekî din ve her piştî êrîşa çekdarane ya vê partiyê li dijî desteyek ji pêşmergeyên PDKÎ û şehîd û birîndarkirina wan, cardin Kurdistana Rojhilat piştevaniya xwe bo tevgera neteweyî demokratîk a xwe di Rojhilat ducarî kir, û hevdem bêzariya xwe ji sînorparêziya PKK bo Îranê û ew êrîşa ne rewa ku di rastaya berjewendiya Komara Îslamî de xwe nîşan dide, ragehandin ku ew yek lekeyek reş e ku bo hertim wê li ser eniya girj ya PKK bimîne, û xwîna wan şehîd û birîndaran nahê jibîrkirin.