Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojhilata Navîn ji “kê hikimkirinê” ve ber bi “çawa hikimkirinê” ve!

15:20 - 10 Kanûna Paşîn 2013

Sarya Azer
Pêşdîtina senaryoyan li ser rewşa civakî-siyasî ya Rojhilata Navîn her ku diçe dijwar û dijwartir dibe. Buhara Erebî li gel xwe kêşeyên ku birînên kûr û girêyên li hevaliyayî yên navçeyê bûn, ji nû ve kelijandin û li gel xwe ber bi dawiyeke bê pêşdîtinê ve dibe.
Buhara Erebi ji birînên kêmaniyên netewî, mesebî û her wuah kontakta sekolarîsm û hikûmetên îslamî, demokrasîxwezî û dîktatoriyê çê bûye.

Ev navçe bi dehan sal in ku ji aliyê dîktatoriyên tek ol, û tek netewe ve hatine birêvebirin. Ji aliyeke din ve, şerê Îsraîl û Filestînê, bi dehan sal e, herêm tûşî şer û pevçûnan kiriye.
Buhara Erebî di rastiya xwe de kontakta demokrasîxwezî û dîktatoriyê ye, û herwuha hêviyeke mezin e ji bo destpêkirina proseya demokratîzasiyonê û xwedî nasnamebûna gelan bi her awayeke olî, netewî û regezî.
Di nirxandinke gîştî de, rewşa navçeyê û serhildana gelan di bin navê buhara Erebî, vê rastiyê derdixîne holê ku îdî serdemê modernîzasiyonê, di wê navçeyê dest pêkiriye. Karl Poper felsefeya siyasî ya civakên ne modern, bi vê pirsyarê dide nasandin ku wê “kî hikim bike”. Lê ew dide zanîn ku pirsyara felsefasiya siyasî ya serdemên modern, ev e ku wê “çawa hikim bê kirin”.
Rojhilata Navîn bi qonaxa modernbûnê ve, nêzîk e. Her çiqas ku hin faktorên girîng weke dewletên îslamî yên tundrew, li hember wê diyalektîkê de berxwedanê dikin, lê guhartin, di rê de ye, û dema pêşiya me, wê bibe qada rikeberiya modernîzasiyon û yasayên çaxên navînî yên desthilatdariyên heyî di navçeyê de.

Ji aliyeke din ve, hin hêzên ku li berxwe didin û xwe ji guhartinê re amade nakin, rewşa navçeyê pilan û bernameyên dariştî yên hêzên rojavayî ji bo destêwerdana di karûbarên navxweyî didin zanîn. Li gor nêrîna wan, aloziyên navçeyê ji projeya “Rojhilata Navîn a Mezin” ku di sala 2003’an de, ji aliyê Amerîkayê ve hatibû ragehandin, çavkanî digre. Lê di rastiyê de, ew naxwazin vîn û îradeya gelan û daxwezên wan yên demokratîk berçav bigrin.
Her wek di mînakên serhildana gelên navçeyê de xûya ye ku daxwza mafên wekheviya hemwelatiyan bû ku dîktatorî ji desthilatê vêde birin.

Hemwelatî ji endamên civakên siyasî yên ku di coxrafiyayeke diyar de dijîn re,tê gotin…



Her wuha mafên hemwelatîbûnê, di civakên modern û demokratîk de, beşdarî bi awayeke wekhev di hikûmet û desthiladariyê de ye. Li gor pênaseya civakên modern û demokratîk, welatî xwedî mafên civakî, siyasî û medenî ne.

Azadiya bîr û baweriyê û wekhevî li gorî destûra bingehîn ji mafên medenî yên welatiyan e, û li gor wê yasayê welatî dikarin li her devera ku dixwezin bijîn.

Welatî di civakên siyasî yên modern de, li gor mafên hemwelatiyên civakî dikarin ji hemî derfetên tendirustî, parastina sosyal (di demên bêkar de) û heqdesteke diyarkirî xwedîpar bin.
Mafên siyasî yên hemwelatîbûnê, beşdarî di hilbijartinan de, û her wuha dengnedan û baykotkirin e.

Li gor normên civakên siyasî yên modern û mafên welatiyan li welatên demokratîk de, Rojhilata Navîn di çi astekê de ye?
Li Tûnisê welatiyekî ji ber xirabiya rewşa aboriya xwe û newekhevbûna mercên jiyana civakî-siyasî agir li bedena xwe berda, û şoreşê di vî welatî de dest pêkir.
Li Mîsirê ciwanek bi destê polîs, di bin şikenceyê de hate kuştin. Jiber ku têkiliyê polîs û bandên madeyên hişber dabû eşkere kirin. Bûyera kuştina wî ciwanî, bi wateya nebûna mafê wekheviya hemwelatiyan bû.

Ji aliyeke din ve, kêm neteweyên ku di bin desthilatdariyên dîktatoriyê de, têne bêparkirin jî, mînakeke din ya nebûna mafên siyasî yên welatiyan di civakên navçeyê de ye. Desthilatdariya Suniya li ser Şîîyan û komkujiyênKurdan,li Îraqa berî 2003’an, mînakeke din ya civakên siyasî yên diktator û nemodern e. Li Sûriyeya îroyîn de, du sal ji serhildana welatiyên nerazî derbaz bûye û hîn jî desthilatdar razî nînin ku guh li daxwazên wan bigrin. Daxwazên rewa yên welatiyan, bi komkujî û serkûtê berdewam e.

Rola welatên weke Îran û Erebistanê ku bi leyîzên li ser kêşeyên olî yên di navçeyê de, dixwezin rê li ber ketina pêlên demokratîzasiyonê di welatên xwe de bigrin jî girîng e. Lê bi kêfxweşî û bxteweriyê ve, guhartin li ber derî ye û civak û welatiyên navçeyê ber bi civakên modern û mercên wekhev ve dimeşin. Lê metoda desthilatdariyên diktator li hember
daxwazên welatiyên xwe de, serkût û komkujî ye. Di dawiyê de, dibe ku navçe heta demeke nediyar bibe meydana pevçûna hêzên serekî, lê ya bingehîn daxwaza gelan ya bi nasnamebûn, mafê hemwelatîbûn û jiyan di civakên siyasî yên modern de ye. Ew yek jî bi cinayet û kuştinan ve ji holê nayê rakirin.
Jiberku bingeha fikrî û ramanî ya demokrasiyê, li ser wekhevbûna mirovan e, û ji bingeha fikrî û ramanî ya dîktatoriyê, gelek bihêztir e. Her wuha di civakên navnetewî de, bi awayeke berfireh piştîvanî li wê daxwazê, tê kirin.