Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojnameya “Cîhana Sen`et”: “Berpirsên hikûmetê, roj bi roj amara qurbaniyên Koronayê kêm didine zanîn”

11:46 - 13 Gulan 2020

Rojnameya “Cîhana Sen`et” a girêdayê rejîma Îranê roja Sêşemî 12`ê Gulanê di gotarek xwe de daye zanîn ku: “Hekî ji roja yekem ve berpirasên hikûmetê mesela Koronayê siyaysî nekiribana û bajarê Qumê qerentîne bikirbana, niha ew hemû mirovên bê guneh canê xwe ji dest nedidan.”

Di wê gotarê de weşarinkarî û amara dûr ji rastiyê a rejîmê ku cîhan hemû ecêbgirtî kiriye hatiye ku: “Amarên fermî ku têne belavkirin bi qasekî dûr ji rastiyê ne ku cîhan bi wan hemû weşarinkariyên berpirsên Îranê ecêbgirî mane.

Herwisa di wê rojnamê de hatiye: “Li destpêka hatina Korona bo Îranê, cudayî û dijatî di navbera Wezareta Tendirustî û dewletê de hebû. Wezareta Tendirustî digot welat qerentîne bikin û ji aliyek din ve jî, dewletê bi sedema hin pirsgirêkan nedihêla, û xelk jî di navbera wan herdû aliyan de mabûn.

Di gotara rojnameya “Cîhana Sen`et” de hatiye ku: “Xelk ji wê nesaxiya bi navê Koronayê ditirsin, lê bi sedema pariyek nan neçar in ku sibêzû heya êvarê di nav cihên qerebalix de hatûçûyê bikin. Berê jî dabûne zanîn ku hêla hejarî 9 milyon tomen e. niha %70 xelkê Îranê di bin hêla hejariya xirab de jiyanê dikin.”