Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rolê ragehandinên hikûmetên dîktator

00:37 - 24 Hezîran 2012

Rûken

Piştî vê ku Yekîtiya Ereb biryar da ku pêşiya weşana kanalên esmanî ên Sûriyê li mahwareya Nîlsat û Erebsatê de bigre, hikûmeta Îranê bi alîkariya hikûmeta Sûriyê dixwaze ji vê kirîzê rizgar be, û li gorî zanyariyan hijmarek ji karnasên xwe yên teknîkî bi armanca alîkariya bi ragehandinên hikûmeta Sûriyê şandine Sûriyê.
Ragehandinên Sûriyê ew biryara Yekîtiya Ereb li çarçoveya “terorîzma ragehandinî” de bi nav kirin, û daxuyandin ku hinek welatên Erebî ên Kendavê bi piştgiriya rojavayiyan, siyasetek weha girtine pêş da ku rastiya bûyerên ku li Sûriyê de rû didin, berevajî nîşan bidin.
Daxwaza rakirina kanalên hikûmetî ên rejîma Beşar Esed li ser wan mahwareyên navbirî di demekê de ye ku kanala nûçeyî a Elalem ya rejîma Îranê jî heyamekê berî niha bi sedema bilavkirina nûçeyên ne durust û pirr ji vir û direv û hewildan bo pêkanîna neewlehî û tevdanîkariyan li herêmê de ji Nîlsat û Erebsatê hatin avêtin, ku di encam de ew biryar bû sedema kêfxweşiya alîgirên azadî û demokrasiyê û li hemen demê de bû sedema nîgeraniya rejîma Îranê û alîgirên wan.
Di rastî de daxwaza Yekîtiya Ereb ji bo rakirina kanalên ser bi rejîma Sûriyê ên li ser Erebsat û Nîlsatê, daxwazek yasayî, exlaqî û însanî ye li rastaya pêşîgirtina ji wan hemû propagendeyên nerast yên hikûmetekê ku dixwaze li ragehandinên xwe yên giştî de, dîmenek tewaw berevaj ji welatê Sûriyê nîşanî raya giştî bide. Wate dîmenek ku têde ne xelkê nerazî, belku terorîst û cudaxwaz û kirêgirtiyên bîhaniyan çek û teqemenî ji erbabên xwe wergirtine, û êrîşî ser hêzên parêzerê aştî û ewlehiya Sûriyê kirine, û ew jî neçar bûne ku ji bo parastina ewlehiya welatê xwe şerê wan bikin.
Ew kanalên ragehandinê ên hikûmetî serbarê vê ku xwediyê îmkanat û bûdceyek bê qas ji bo pêkana armancên diyarîkirî ne, lê di serdemê pêşkevtina teknolojiya ragehandinê û azadiya çapemeniyan de, wê li hemberî hêz û îradeya xelkê nerazî de bikevne qedeman û wê di gel şikestê berbirû bin. Ji ber ku ew kanal, bi propagendeyên dûr ji rastiyê, hem berdengên (muxatebên) xwe ji dest didin, û hem jî wan berdengan kunckol dikin ku ji bo eşkerekirina vir û direvên wan kanalan, li pey gellek çavkaniyên bê alî bigerin û êdî qet baweriyê bi wan ragehandinên xapîner nekin.
Herçend ew hikûmetên piştevan û tûjkerê hikûmeta Sûriyê bi taybetî rejîma Îranê bixwaze ku li ragehandinên xwe de dîmenek weha aram û êmin ji Sûriyê nîşanî muxateban, lê dîsan jî di nav wan hemû çavkaniyên ragehandinê de ku şev û rojan dîmenên hovîtiyên hêzên Beşar Esed bilav dikin, hewlên wan wê di dirêjheyam de bê encam bimînin.
Jiber ku êdî serdemê girêdana çavên muxateban li hemberî rastiyan, û bilavnekirina dîmenên rastîn û şirove nekirina karnasane û mentiqiyane ya bûyerên rojê, hewlên dawiyê ên wan hikumetên tepeserkar in ku dizanin ew siyasetên wan ên şaş bi hawara wan de nahê, herweha ragehandin niha gihîştiye astekê ku dîktatoran tirsa herî zêde lê hene û wek dujminê yekemîn ê xwe lê dinêrin, lewra tewaya hewla xwe bi kar tînin da ku xelkê serhildêr ji wan çavkaniyan bêpar bikin, ji ber ku di vê serdemê de eva ragehandin e ku şoreşekê pêk tîne û digehîne encamê jî.