Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rostem Cehangîrî: Çûna hêzên pêşmergên Hizba Demokrat bo Rojhilatê, hewce bi îzna ti aliyekî nîne

21:17 - 22 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Semînaneka siyasî ji bo “Rostem Cehangîrî”, Endamê Deftera Siyasî a Hizba Demokrat li bajarê Antûypîrna ê welatê Biljîkayê derheq pêşhatên deverê û bi xasmanî Kurdistan birêve çû.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja şemiyê 20ê Hezîrana 2015`an, Semînarek a siyasî bi beşdariya nûnerên çend Hizbên siyasî yên Kurdistanê û berpirsên çend saziyên sivîl û endam û alîgirên Hizba Demokrat, ji bo” Rostem Cehangîrî” endamê Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, di bajarê Antûyrpînî yê welatê Biljîkayê de birêve çû.

Semînar bi sirûda “Ey Reqîb”û bi deqeyek bêdengî jibo rêzgirtin ji riha şehîdên rêya azadiya Kurdistanê destpê kir.

Di destpêka Semînarê de,“Rostem Cehangîrî”endamê Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat a Kurdistanê behseke giştî li ser rewşa Kurd û guhertinên dawî yên devera Rojhilata Navîn û bandorên li ser pirsa Kurd pêşkêşkir.

Cehangîrî di wê Semînarê de bas ji bûyerên cur bi cur ên siyasî kir û siyaseta Hizba Demokrat li hember wan guhertinan ji bo beşdaran şirove kir.

Wî endamê Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat di beşeke din a wê Semînarê de, bas ji rewşa Kurdistana Rojhilat kir.

Di vê beşê de, Rostem Cehangîrî derheqê durustbûna pevçûna navbera pêşmergên Hizba Demokrat û Girîlayên PKKê û şehîd û birîndar bûna 4 pêşmergên Hizba Demokrat de gotarek pêşkêşkir kir û bi hûrî alûgorên wê dawiyê ên deverê bo beşdarbûyên Semînarê şirove kir.

Cehangîrî di dawiya gotinên xwe de, da zanîn ku xebata Hizba Demokrat tenê dijberên maf û azadiyên xelkê Kurdistanê armanc girtiye û xesar bo ti aliyekî Kurd nebûye û nabe. Çûna hêzên pêşmerg bo çalakiyan jî hewce bi îzna ti aliyekî Kurd nake.

Paş dawîhatina beşa yekem ya Semînarê, li ser axaftinên Rostem Cehangîrî, komelek pirsiyar ji aliyên beşdarbûyan ve hatin kirin û navbirî jî bi hûrî bersiva pirsiyaran da.