Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rostem Cehangîrî Endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ: “Ew dostên stratejîk nînin û hertim bi şik û guman...

20:42 - 24 Şibat 2014

H: Agirî

Rostem Cehangîrî Endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ: “Ew dostên stratejîk nînin û hertim bi şik û guman ve têkiliyan dadinên, yanî bi dil hevdu naxwazin, lê li ser hinek pirsan bi hev re yekdeng in, bi taybetî heya niha jî li ser pirsa Kurd mixabin ew yekdeng in ku alîkariya hevdu bikin”.

Turkiye bi sedema aloziya ku heyamekê berî niha bi sedema eşkerebûna gendeliya malî pêre berbirû bû, û herwisa niha jî ku hilbijartina şaredariyan li pêşiya wan e, di rewşeke hestiyar de ye. Herwisa Erdoxan jî di van rojên dawiyê de serdana Îranê kir ku serdana wî li gorî gotina hinek ji şirovekarên siyasî, girêdayî vê rewşê bû. Her di vê derheqê de me xwest ku em bîrûboçûnên rêzdar Rostem Cehangîrî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ jî bizanin, û me çend pirs lê kirin û navbirî jî bi vî awayî bersiva pirsên me da:

1-Gelo serdana Erdoxan çi deskevtek bo dewletaTurkiyê hebû?

Bi hizra min serdanên serokwezîrê Turkiyê bo Îranê, berî van kêşeyên navxweyî û berî gemaroyên Rojava û bi taybetî Amerîkayê jî her hebûn, ji bîra me neçe ku Îran û Turkiye du welatên mezin in, çi di warê nifûs û hêza leşkerî, û çi jî di warê coxrafiyayî de, û sînoreke dûr û dirêj û berjewendiyên hevpar bi taybetî di warê ewlehiyê de bi hev re hene.

Hûn dizanin ku li ser pirsa Kurdan her du welat pêkve hev hizr in, yan jî bo wan pirsgirêkek wekhev e, lewra gellek asayî ye ku her du welat hatûçûna hevdu bikin, lê serdana vê carê ya Erdoxan bo Îranê çend sedem hebûn:

1-Li ser pirsa Sûriyê, Turkiye û Îranê nakokî pêkve hene. Turkiye dixwaze ku rejîma Beşar Esed nemîne, û deshilat bikeve destê wan partiyên ku nêzîkî Turkiyê ne, û Îranê di wir de gellek bi tundî pişta dewleta Sûriyê girtiye, û wê hevalbend û dostê stratejîk e xwe dizane.

2-Piştî sistkirina hisarên aborî û bazerganî li ser Îranê, bo Turkiyê giring e ku digel Îranê bigihîje lihevhatinekê, û bo wê qazanc e, bi taybetî di warê kirîna neft û gazê, û derbazkirina boriya gazê ji Turkiyê re bo Ewropa. Di wir de ya diyar e ew e ku hêla jî ew negihîştine lihevhatiekê, lê ez bawewr im ku di pêşerojê de ew ê bigihîjne rêkevtinê, jiber ku qazanc bo her du aliyan heye.

3-Pirsa din ya ewlehiyê ye ku gellek bi hêsanî digel hevdu digihîjin rêkevtinê, û vê carê jî gellek bi rehetî lihev kirin. Diyar e ku niha li hemberî Îsraîlê de jî her du alî, alîkar û hev hizr in. Bo mînak, heyamekê berî niha hate ragehandin ku Turkiyê ji riya “Mît”ê ve zanyarî li ser hinek kesan ku ji Îsraîlê re dixebitin, da Îranê û Îranê jî ev kes girtin. Lê serbarê wan alîkariyan, dîsan em dikarin bêjin ku Erdoxan nekarî di vê serdanê de, serkevtinê bi dest bixe.

2-Gelo bi raya we, ew serdan pêwendî bi kirîza wan rojên dawiyê û kêşeya wan digel Gulen hebû, yan ne?

Bersiv: Bi baweriya min eva hinek digel rastiya heyî yek digre, lê nikare hemû tiştek be. Rêkxirawa Gulen ku rêberiya Îslamiya Sunî dike, piştevaniya hemû dewlet û rêkxirawên Îslamî ên Sunî dikin ku li dijî Îranê ne, lê bi baweriya min ew qas bes nine ku bikarin li ser têkiliya Îran û Turkiyê, bandora xwe ya micid hebe, lê dikare hinekê bandor hebe. Bi bawera min Îran di navbera Fethulla Gulen û Erdoxan de, wê Erdoxan hilbijêre.

Jiber ku Erdoxan du taybetmendî hene, yekem Erdoxan Îslamiyeke nermrew e û naxwaze şerê Şî’e û Suniyan çêbe, û ev yek ji bo Îranê poanek e. Duyem eva ku Erdoxan serokdewlet e û Îran jî dizan e ku di hilbijartina pêşiya Turkiyê de, dîsan Erdoxan wê li ser deshilatê be, lewra wê pişta Erdoxan bigre.

3-Gelo çima di Turkiyê de gellek rexne ji şêweya pêşwazîkirina ji Erdoxan hatne girtin?

Bersiv: Hûn dizanin ku partiyên opozisyon li Turkiyê hertim partiya deshilatdar rexne dikin, lê vê carê hem partiyên opozisyon û hem jî hevalbendên berê ên Erdoxan, wate baskê Gulen wî rexne dikin ku ew sefera zêdetir bûye reklama hilbijartinê, heya serdaneke dîplomatîk û bazerganî.

Jiber ku di Turkiyê de, carê bi qise be, yan bi rastî, pirsa gendeliyê li ser partiya Erdoxan her wekî xwe maye û çareser nebûye.

Yek ji çiqên vê gendeliyê digihîje Îranê. Banka Gel ya Turkiyê ku bi sedema berdewamiya danûstandinên zêr û pere digel Îranê hate tawanbarkirin, û neyarên Erdoxan, Îranê wekî aliyekî din ê vê gendeliyê dizanin, lewra ew sefera Erdoxan bi tundî rexne kirin. Herwisa welatên rojavayî û bi taybetî Amerîka vî karê Turkiyê rexne dikin û weke binpê kirina biryara navneteweyî dizanin û gemaroyên ser îranê şikandine.

4-Hûn pêşeroja têkiliyên di navbera Turkiye û Îranê de çawa dibînin, bi taybetî piştî vê serdanê, hûn bêjin ku dijayetiya Turkiyê digel Beşar Esed, pêwendiya Îran û Turkiyê sar ranegire?

Bersiv: Her wekî hûn dizanin me di bersiva yekemîn de, îşare pê kir ku pêwendiyên di nabera Îran û Turkiyê de, wê her berdewam bin, lê hinek caran pêwendî sar û germ dibin. ji berku her du aliyan hewcehî bi hevdu heye û pirsa Sûriyê nikare vê yekê têk bide, lê sîberê dixe ser.

Di rastî de Îran nûneratiya baskê Îslamiya Şîe dike, û Turkiye jî xwe wekî nûnerê baskê Îslamiya Sunî dide naskirin. Di vir de her du alî di warê bîr û hizir de li dijî hev in, û Turkiye welateke Laîk û endamê Nato ye, mezinhêzeke herêmê ye û gellek caran li dijî berjewendiyên Îranê pêngavan davêje, û Îran jî her wisa.

Lewra gellek caran berjewendiyên wan digel hev yek nagrin, lê bi dirêjahiya dîrokê her du welatan hertim pêwendiya dîplomasî û aborî û ewlehî û hinek caran jî alîkariya leşkerî jî bi hevre hebûne, bo mînak li ser pirsa Kurd hertim bi hev re alîkarî kirine, û li ser çûna bo nav tixûbên hevdu û şopandina şoreşgerên Kurd li hev kirine.

Eva gellek caran me bi çavên xwe dîtiye û hatiye cerbandin, lê dîsan dibêjim ku ew dostên stratejîk nînin û hertim bi şik û guman têkiliyan dadinên, yanî bi dil hevdu naxwazin, lê li ser hinek pirsan bi hev re yekdeng in, bi taybetî heya niha jî li ser pirsa Kurd mixabin ew yekdeng in ku alîkariya hevdu bikin. Lewra hertim têkiliyên wan sar û germ bûye, lê tu caran qut nebûye.

Li ser Sûriyê siyaseta li dijî hev bi kar tînin, lê bi hizra min pêwendiyên wan bi vê hindê nasekine.