Rejîma Îranê li sala 1397an de, konvansiyonek digel welatên derdorên deriya Xezerê wajo kiribû ku pişka Îranê ji deriya Xezer ya ji %50 hate dabeşkirin û pişka Îranê bû bi ji %11 ku bi awayekî firotina deriya Xezerê ye.
Roja Pêncşemî 8ê Nîsanê, Wezîrê Derve yê Rûsiyê “Sêrgêy Lavrof” di konferanseke rojnamevaniyê de tevî daxawzkirin ji Îranê ku bi lezgînî konvansiyona rewşa hiqûqî ya deriya Xezerê erê bike, tekezî kir û got: “Em çavnihêr in ku qonaxên erêkirina konvansiyona rewşa hiqûqî ya deriya Xezerê di kêmtirîn demê de û bi lezgînî bi dawî bê”.
Konvansiyona hiqûqî ya rewşa deriya Xezerê ku bi girêbesta “Tirkermençay”eke dinê jî hatiye binavkirinê, li meha “Gelawêj”a sala 1397an a Rojî, bi beşdariya “Hesen Rûhanî, Vladîmîr Pûtîn, Nûrsultan Nezerbayef, Îlham Eliyef û Qurbanqulî Berdîmuhemmedof” di bajarê “Aktao” yê Qezaqistanê de di navbera “Îran, Rûsiye, Azerbaycan, Qezaqistan û Tirkemenistan”ê de hate wajokirin.
Pêka wê konvansiyonê beşa ji %50 a Îranê bo ji %11 daket û rejîma Îranê ev beş ji avên Îranê, daye wan.
Yekemcar Wezîrê Derve yê kabîneya “Ehmedînijad”, “Menûçêhr Mottekî” îtiraf kir ku beşa Îranê di rastiyê de %11.3 e.
Konvansiyona hiqûqî ya Xezer bi awayekî firotina beşek ji Îranê ye û wekî girêbesta 25 salane ya digel Çînê, paşeroja Îranê kiriye armanc ku ji nav bibin û ew her 2 girêbest bê îzna meclîsa rejîmê hatine wajokirin û nîşan dide ku meclisa rejîmê di biryarên girîng ên rejîmê de ti girîngî û rolek tinîne.