Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandek ji Encûmena Nîştimanî a Kurd li Sûriyê, seredana polîtbîroya PDKÎ kir

15:37 - 25 Şibat 2014

Kurdistanmedia: Nûnerê 11 partiyên Kurdistana Sûriyê, di çarçoweya şandekê de, seredana polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kirn.

Li gor raporta Kurdistanmedia; Şandek ji Encûmena Nîştimanî a Kurdê Sûriyê, pêkhatî ji Sikreter û Cêgirê Sikreter û berdevkê 11 Partiyên Kurdistana Sûriyê, piştî nîwroya roja duşemiyê, berwara 25,02,2014an a zayînî, seredana polîtbîroya PDKÎ kirin û ji aliyê şandekê PDKÎ bi serperestiya rêzdar Mistefa Hicrî Sikreterê giştî yê partiyê we hatin pêşwazî kirin.

Di vê hevdîtinê de, Tahir Sifok serokê dewreya Encûmena Nîştimanî a Kurd li Sûriyê, armanca seredana wê şandê da xuya kirin. Navbirî da xuya kirin ku: hizr û nêrînên PDKÎ li ser zirûfa niha a Kurdistana Sûriyê, pişikdariya wan di kongireya Jinêv a 2 de, Kantonên Kurdistana Sûriyê û pêwendî û astengên hember hêz û aliyan, armanca sereke a wê hevdîtinê bûn.

Di vê seredana şanda Encûmena Nîştimanî a Kurd li Sûriyê, Fewzî Ezîz, raportek li ser zirûfa niha a Kurdên Sûriyê pêşkeş kir û derheq pêvajoya dîroka PDKÎ û pêgeha vê tevgera rizgarîxwaz a Kurd û nasname û şanaziyên PDKÎ axivî û çavnihêryî kir ku PDKÎ bi siyaseta rastbîniya xwe, bandorek baş û erênî a xwe derheq bi lihev nizîk kirina hêz û aliyên siyasî dabinê û piştgîriya mafên berheq yên wan bike û harîkar be bo çareserkirina arîşeyên wan.

Piştre her yek ji Îbrahîm Biro û Dr. Ebdulhekî Beşar weke du pişikdarên kongireya jinêv 2, rol û bandora pişikdariya xwe di kongireyê de û herwisan asteng û arîşeyên hember wê kongirê di ber bi pêşwe birina karên wan de anîn ziman.

Piştre Mistefa Hicrî serbarê eyankirina keyfxweşiya xwe ji wê seredana şanda birayên Kurdê Sûriyê, basek derheq bi zirûfa niha a Sûriyê û pirsa Kurd di vê para Kurdistanê û hewcehiya lihev nizîkbûna aliyan û herwisan girîngî û hevdengiya zêdetir a wan aliyan, anî ber basê û li ser zirarên hêjmûniya aliyekê bo ser aliyekî din, bi zirara kurd zanî û daxwaz kir tev cehd û xebata xwe bo çareser kirina zêdetir a wan bixin rojevê.

Hicrî piştgîriya PDKÎ ji dengê xelkê û piştgîrî ji hêz û aliyên Niştîmanî xiste ber basê û îşare bi biryarên pilînoma şeşem a komîteya nawendî a PDKÎ derheq Kurdistana sûriyê kir.

Şanda Encûmena Nîştimanî a Kurdê Sûriyê ku ji 11 Partiyên Kurdistana Sûriyê pêk hatibûn, pêk hatibûn ji:


1. Dr. Ebdulhekîm beşar, Partî Demokratî Kurdê Sûriyê, Elpartî
2. Nesredîn Îbrahîmî, Partî Kurdê Sûriyê, Elpartî
3. Îbrahîm Biro, Partiya Yeketiya Kurd a Sûriyê
4. Mistefa Cûme, Partiya Yeketiya Kurd a Sûriyê
5. Mistefa Aso, Partiya Yeketiya Kurd a Sûriyê
6. Mistefa Meşayêx, Partiya Yeketiya Demokratîk a Kurdê Sûriyê, Yeketî
7. Nîemet Dawûd, Partiya Yeksanîxwaz a Kurdê sûriyê
8. Tahîr Sifok, Partiya Nîştimanî Dêmokratî a Kurdê Sûriyê
9. Feysel Yûsif, Tevgera Çaksazî
10. Ebdulbasit Hemo, Partiya Yeketiya Kurdê Sûriyê
11. Fewzî Ezîz, Partiya Wîfaq a Kurdê Sûriyê