Roja Çarşemî rêkevta 8`ê Hezîrana 2022`an şandeke PDKÎ bi serpereştiya Mihemednezîf Qadirî berpirsê peywendiyên giştî yê PDKÎ, bi mebesta agehdarbûn li derheq tendrustiya Nizamedîn Tac xebatkarê berê û xwedî pêgeh yê xelkê bakurê Kurdistanê seradana navbirî kirin.
Şanda Hizbê tevî rêzgritin ji rol û helwestên neteweyî yên wî xebatkarî, hêviya çareserbûna tendrustî û berdewambûna wî di xebatê de xwastin.
Nizamedîn Tac, tevî kêfxweşbûn ji vê serdanê, rola Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li derheq xebat li Rojhilatê Kurdistanê bilind nirxandin.