Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke HKP û PDKÎ li hev civiyan

21:17 - 6 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Şandek a HkP seredana polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Kir û ji aliyê şandek ji vê partiyê we hatin pêşwazî kirin.

Li gor raporta Kurdistanmedia, roja 4\'ê îlona 2014\'an, şandekî HKP bi serperestiya Bayram Bozêl seredana polîtbîroya PDKÎ kir û ji aliyê şandek bi serperestiya Mihemed Nezîf Qadirî, endamê Polîtbîroya wê partiyê we hatin pêşwazî kirin.

Di wê rûnştinê de, Bayram Bozêl got: di vê seredana me bo Başûrê Kurdistanê, bi ser kirina awareyên Şengalê li bajarê Dihuk û derdorê Hewlêrê yek ji armanca me bû û em bi aliyên Mirovhez û saziyên harîkar re civiyan û me daxwaz ji wan kir û bi hawara awareyan re wer in. Navbirî herwisan îşare bi helwêsta hêja û siyasî a PDKÎ derheq bi êrişa DAîȘ bo ser herêma Kurdistanê kir û pişikdariya hêza Pêşmergên PDKÎ li çeperên şer bi dijî DAîȘ bilind nirxand û destxwaşî ji PDKÎ kir û got ew yeka helwêstek neteweyî û dîrokî ye.

Bayram Bozêl di dirêjiya axavtina xwa de, îşare bi pirosesa aştî a li Bakûrê Kurdistanê û astengên ser rêya vê pirosesê û cehdên xwe bo dabîn bûna maf û daxwaziyên kurd li Bakûrê Kurdistan kir û herwisan rewşa Rojavayê kurdistanê jî şirove kir.

piştre Mihemednezîf Qadirî, keyfxwaşiya xwe ji wê serdanê derbirî û li ser mjarên bas kirî ji aliyê şanda mêvan û pirsên girêdayî Rojhelata Kurdistanê we, helwêsta PDKÎ anîn ziman.

Navbirî herwisan, derheq xebat û tekoşîna PDKÎ di ware hundir û navneteweyî û hevxebatî tevî part û saziyên siyasî yên netewên Îranê û pêkhatina Kongireya Netewên Îrana Fediral û arîkarî tevî Opozisyona sertaserî a Îranê ku jib o demokrasî û nizamek demokratîk dixebitin, axivî.