Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke komîteya PDKÎ li Swîsê beşdarî di semînara 8`ê Adarê de kir

16:13 - 13 Adar 2017

Kurdistanmedia: Şandeke komîteya PDKÎ li Swîsê di semînarekê de ku bi boneya 8`ê Adarê roja cîhaniya jinan pêk hatibû de, beşdarî kir.

Roja Yekşemiyê 22`ê Reşemeya sala 1395`an, şandeke hevpar ya komîteya PDKÎ û Yekîtiya Lawan li Swîsê bi serperestiya Enwer Berdiya endamê PDKÎ, beşdarî di semînara 8`ê Adarê de kirin.

Di vê semînarê de, peyama hevbeş ya Yekîtiya Jinan û Lawan ji aliyê Gona Taba ve hate xwendin.

Gona Taba di beşek ji peyama xwe de, tevî bilindnirxandina xebat û tekoşîna jinan bi giştî, xebat û tekoşîna jinên Kurd bilind nirxand, û îşare bi vê kir, ku di heyama sê dehikên derbazbûyî de, beşeke berçav ji jinên Kurd tevî erk û wezîfeya daykîniyê, wekî şoreşgerekî rastîn, roleke mezin lîstine, li xebata li dijî rejîma Îranê, û yek ji texên civaka Kurdistanê bûye, ku di vê riyê de nirxeke zaf daye.

Di vê semînarê de komeke kes û aliyan peyam pêşkêş kirin. Ew seminar ji aliyê yekîtiya hêzên demokrat ên Îran li Swîsê ve hatibû rêkxistin, ku PDKÎ yek ji endamên vê yekîtiyê ye.