Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaredariyên Îlamê tenê şeqaman qêr dikin, cihên siyahî tu ninin

14:40 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Karnasek pirsên civakî bi rexnekirina Şaredaryên ser asta Parêzgeha Îlamê dibêje: Şaredariyên prêzgeha Îlamê pêtir mijûlî kolan, şeqam û qêrkirin û muzayikan in û guh nadin avakirina cihên siyahî.


Mêhrdad Xoşbext, karnasê pirsên civakî, got: Cihên siyahî ên parêzgeha Îlamê pirr kim in û bersivderên hewcehiyên xelkê ninin.
Xoşbext got: Avakirina cihên siyahî tevî vê ku dibe seba berhevkirna hewcehiyên xelkê, rewşek xweşik ji bajaran re pêktîne û ji xesarên civakî kim dike.
Bi gotina wî karnasî, niha tu pilan û mînakek siyahî li ser asta parêzgeha Îlamê nakevin berçav û Şaredarî tenê mijûlî qêrkrina kolan û şeqaman in.
Mêhrdad got: Tevî ciwaniya rewşa sirûştî a parêzgeha Îlamê, di hundirî bajaran de cihên weke park, qadên lîzan, parkên heywanan, bazarên giştî û ... pirr kim yan jî her ninin.
Navbirî Şaredarî rexne kirin û got: Şaredariyên ser asta parêzgeha Îlamê, dahênan û pilanên taybetî ji bo berfirehkirina cihên siyahî ninin û pêtir mijûlî şeqam û kolanan in.