Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Bîcar

12:40 - 15 Çirriya pêşîn 2012

Mecîd Cinîkanlû

B îcar yek ji Şaistanên din yên Parêzgeha Sinê li Rojhilatê Kurdistanê ye. Rûberê Giştî yê Şaristana Bîcarê 7730 Kîlomêtra çar gûşe ye, û Xwediyê 288 gundan e. Şaristana han ji aliyê bakûrê rojhilat tevî Parêzgeha Zencanê, li aliyê bakûrê rojava tevî Tîkabê, li başûr tevî Qorwê û li bakûrê rojawa tevî Parêzgehên Hemedan û bajarê Sinê hasînor e.

Herêma Bîcarê, herêmekî çiyayî û pitir ji yek ji Sê a rûberê giştî yê Şaristanê çîya ne. Navê kevin yê Bîcarê Bîd Zar bûye. Dîrokzan sedema binavkirina vê yekê jî ji bo vê yekê vedigerînin ku li serdemê Nasiredîn Şahê Qacar de, biryar wisa bûye ku hin fermanên dewletê li şevê bihên bilavkirin, lê sibêzû hemû xelkê bajêr ji fermanan haydar bûne û seba vê yekê jî navê bajêr bi Bîcar hat binavkirin.

Hin kes jî li ser vê baweriyê ne ku Bîcar bi wateya Sebzî û Giya tê, û Heft Bîcar ku Xwarinekî herêmê ye ji heft giyayan pêk tê. Eger wisa be Bîcar bi cihê Bax û Sebzîyan tê gotin ku ji bo cêjin û şahiyên Hozên Kurd wek cihekî baş tê dîtin, û bi taybetî ji ber wê yekê ku Bîcar li berbiniya çiya û li cem Kanî û çemên xweş hatiye çêkirin û ev yek jî bûye sebebê avedaniya herêmê û xelkekî zaf ji bo aliyê xwe rakêşa ye.

Herêma Bîcarê bi çiyayan hatiye dorpêçkirin û li herêmê de çiyayên wek: Hemze Ereb, Niqare, Badamistan, Zaxe, Nisar, Şaha, Çeng Elmas û ... hene ku li wan çiyayan gelek cureyên balinde û ajelên kêvî jiyanê dikin û herwisa li wan çiyayan gelek giyayên xwarinê hene ku gelê herêmê jê mifahê werdigrin û gellek caran jî ji bo firotinê ji bo bajarên wek Zencan û Sinê tên şandin.
Çîyayên herêmê cihekî gelek baş ji bo pezdaran e û li demsala havînê ew çîya dibin cihê pezdarên herêmê û dever hemû dibe cihê zozan û warên Werzêrên Kurd.

Li nava bajarê Bîcarê ku bajarekî gelek mezin nîne, nêzîk bi 68.386 kes jiyanê dikin. Li pişt bajar û derdora bajar bi sedan Bax û Baxçe hene ku bajar li hembêz girtine .

Kurdên ku li Bîcarê jiyanê dikin li gelek hoz û eşîrên Kurdan pêk tên lê bi xweşî ve bi salane bi hevra jîyanê dikin. Kurdên herêmê hemû Musilman in û hin ji wan Şîe û yên dinê Sunnî ne . Tê zanîn ku berî Şoreşa Îranê a li sala 1975\'ê li wê herêmê de gelek Yehûdî û Mesîhiyan jiyan kirine ku ew yehûdî piranî li ber zext û zoriya dewleta Îranê bo Îsraîlê rewiyan û li wir akincî bûn. Mesîhiyên li Bîcarê piranî ji bo bajarên mezin yên Îranê wek Tehran û Îsfehanê çûn û li wir akincî bûn.


Li herêma Bîcarê wek hemû bajarên din yên Kurdistanê rejîma Îranê her ku diçe dixwaze li navbera gelê herêmê alozî û pevçûn hebe û seba vê yekê gelek car li hestên mezhebî yê xelkê mifahê verdigire. Li rojhilata Şaristana Bîcarê hin Tirk dijîn ku li wir akincî bûne, lê bi eslê xwe xelkê Parêzgeha Zencanê ne.
Li herêma Bîcar gelek asewarên kevin û dîrokî jî tên dîtin ku em dikarin îşarê bi wan cihan bikin: Kela Mezin a Qûm Çeqa, Pira dîrokî a Selwat Abad û... hwd. Li herêmê de pitir ji 60 asewarên dîrokî hene ku piranîya wan seba siyasetên şaş yên Komara Îslamîya Îranê li hemberî Netewa Kurd li halê jinavçûnê de ne, û gellek ji wan asewarên dîrokî bi destên çete û kesên ser bi dewleta Îranê hatine talan kirin û ji bo welatên Ewropî û cihên din tên şandin.

Herêma Bîcarê seba av û hewayê xwe yê bedew xwediyê cihekî gelek xweş e û ew yek jî bûye sebeb ku li herêmê zaf seyranga û cihên geryanê bihên avakirin. Seyrangehên wek bajarê Lîstikê û derdora Çemê Bîyanlo, Serab û Text li cihên herî xweş yê bajarê Bîcarê ne ku pitir li demsala havînê mifahê ji wan cihan werdigrin.

Li nava bajêr de jî gelek bazar û cihên din hen ku gelê herêmê li wan mifahê distîne. Li bazarên dîrokî yên Bîcarê em dikarin Îşarê bi Bazara Kevin ya Êftixar Nizam, Qeyseriya Salar, Emîr Toman û çendîn Bazarên din bikin ku karê dabînkirina hewcehiyên rojane yê xelkê herêmê dikin.


Kurdên li herêma Bîcarê Cêjina Netewî ya Newrozê bi awayekî gelek ciwan rêvedibin û li roja Newrozê hemû diçin bo derveyî malan û ciwan û zarok jî li gellek cihan Eydanê werdigirin.
Her wiha Kurdên herêmê rê û resmên mezhebî wek Mewlûd û cêjinên wek Remezan û Qûrbanê jî birêve dibin.