Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Çerdawil

12:53 - 9 Kanûna Paşîn 2014

A: Îdrîs Sitwet

Şaristana Çerdawil yek ji şaristanên parêzgeha Îlamê a kurdistana Rojhilatê ye, û nawenda vê şaristanê jî bajarê Serabilê ye, ku li bakûrê Îlamê hilketiye û şaristana han di sala 1360’an (1981) de, ji şaristana Îlamê cuda bûye.

Di sala 1391’an (2012) bexşa Sîrwan ji şaristana Çerdawil cuda bû, û bû şaristana Sîrwan û niha şaristana Çerdawil ji bakûr tevî parêzgeha Kirmanşanê, ji başûr tevî şaristana Sîraw, ji rojhelat tevî parêzgeha Loristanê, ji rojava tevî şaristana Eywanê hevsînor e, û ji 4 bexşan pêk tê wekî: Bexşa Merkezî, Şebab, Bîcnewend, Hîlan, û heşt dêhistan jî hene û xelkê vê deverê kurd in, û bi zimanê kurdî û bi devoka Lekî û Kelhorî dipeyvin.

Li gor serjimêriya sala 1385’an (2006), heşîmeta şaristana Çerdawil 73.937 kes bûye.

Şaristana Çerdawil li qerax başûrê zincîre çiyayên Zagros hilketiye û şaristanek xweş e, û av û hewayekî pir xweş û hênik heye, û cihekî gelek xweş bo geryanê ye, û piraniya çiyayên wê jî bi dar û bar in, wekî darên Belût, Badamên kîwî, “Wen”, “Kîkm”, “Ercen” û “Gon”. Cihê gotinê ye ku rêya Hemîl û Îlamê, ji vê deverê re derbaz dibe, û tê çavrêkirin ku di pêşerojê de pêşkevtinên baştir bi xwe ve bibîne.

Hin cihên wê çiya, û hin jî deşt in, û axa vê deverê, axeke baş û pirbereket e, û piraniya akinciyên vê deverê bi cotkarî û terşdariyê (heywandarî) mijûl in, û aveke zaf jî heye bo cotkariyê.

Şaristana Çerdawil şaristaneke kevn e, û hebûna şûnwarên kevn di vê deverê de, vê rastiyê diselimînin. Şûnwarên kevn ên serdemê Sasaniyan nîşan didin ku devera han di berê de, cihê şaristaniyeta mirovahiyê bûye, û niha jî şûnwarên vê deverê bûye sedem ku şaristana han di warê dîrokî de, şaristaneke giring be. Li gorî zanyariyan 160 şûnwarên şaristaniyeta mirovahiyê di bexşa Hîlan de hene. Ji hinek şûnwarên giring yên vê şaristanê em dikarin îşarê bi şûnwarên wekî: Kelha Gomgom, bajarê kevnar yê Mêhrgan Qiziq, kelh û agirdana kevnar ya Sam, kelha Walî, pira kevnar ya Kirodît, tepika kevnar ya Çixa, goristana dîrokî ya Kolkol, îmamzadeya Pîr Hemze, şikevta Tilism, şikevta Şah Efdalan, bajarê kevnar yê Serabkelan û ...hwd bikin.