Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

şaristana Dêhloran

15:42 - 26 Çirriya pêşîn 2013

A: îdrîs Sitwet

şaristana Dêhloran yek ji şaristanên parêzgeha Îlamê ye û nawenda vê şaristanê jî Dêhloran e. Şaristana Dêhloran ji sê bexşan pêk tê bi navên:
1- Bexşa Merkezî
2- Bexşa Zerînawa
3- Bexşa Mosiyan
Li gor serjimêriya sala 1390’î (2011) heşîmeta vê şaristanê 66.399 kes bûye û Şaristana Dêhloran ji rojava tevî dewleta Îraq, ji başûr tevî parêzgeha Xûzistan, ji rojhelat tevî şaristana Abdanan, ji bakûrê rojhelat tevî şaristana Bedre, ji bakûr tevî şaristanên Melikşahî û Mêhran hevsînor e û akinciyên vê şaristanê kurd in û bi zimanê kurdî û bi devoka Lorî dipeyvin.

Rûberê şaristana Dêhloran 6229 KM e, ku yek ji sê ya rûberê hemî parêzgehê pêk tîne û piraniya rûberê vê şaristanê jî deşt e, wek Deşta Berteş, Dêhloran, Beyat, Mosiyan û Deşta Ebas û axa vê jî baş e bo cotkariyê, û zêde av jî heye, û çendîn rûbar jî ji vê deverê re derbaz dibin, wek: Rûbarê Duborc, Mîme, Semîre (Kerxe), Sêglan, Doşe, Nîzar û Çîxab û av û hewayê vê deverê pir xweş e.

Şaristana Dêhloran derbazbûyek kevn heye û yek ji deverên herî girîng yê parêzgeha Îlamê ye û ev bajare û deverên derdora vê wek Elîkûş, Çixa sifîd, Mosiya û Zerînawa ku derbazbûyek zaf kevnar heye û şûnwarnasan tenê kariye hindik ji raz û remzên vê deverê eşkere bikin, ji ber ku pir deverên din wek Gurgowro, Kelate û kelha şewaq û cihên din di vê deverê de ku di warê dîrokî de pir giranbûhaye û pêdivî bi vekolînek bingehî heye û piraniya şûnwarên vê deverê vediger in bo dewrana nûsengî, belkî ev devere yek ji wan deveran be ku di dîroka mirovahiyê de civak li vir pêkhatibe.

Vekolînên ku di vê deverê de hatine encamdan, nîşan dide ku mirovên vê deverê 8000 hezar sal berî zayînê ji du xwarinên wek dexl û ceh, û du rihliber jî wek bizin û mîh mifah wergirtine.

Em dikarin amaje bi vê yekê bikin ku kevnarnasên mîna “Marsêl Dîwlafoa” û hevjîna wî “Cîn” li salên 1884 heya 1886’an li tepika Mosiyan û “J. A. Gotye” û “J. Lambir” di sala 1913 de pitir ji du mehan vekolîn di tepika Mosiyan de encam dan û herwusa hin ceribandin ku “Firank Hol û Kênt Wî Filanrî” di sala 1961’an de li ser tepikên Elî Kiş û Çixa Sipî û cihên din di vê deverê de kirin, vê rastiyê nîşan dide ku 5500 heya 7500 hezar sal berî Zayîn akinciyên vê deverê kewî kirin û xwedî kirina malatên wek çêlek û çandina giyayên xwarinê wek Nîsk û maş çandine û mijûlî cotkarî û terşdarî (Heywandarî) bûne û heya qasekê dest bi jiyana dewreyî û bi kom kirine, vekolînên ku li derdora Dêhloran hatine kirin, eşkere dike ku jiyana gundnişînî di vê deverê de vedigere bo deh hezar sal berî Zayînê û gundiyên vê deverê ji rêya cotkatî û terşdarî (Heywandarî) û rawkirinê bijîva jiyana xwe bidest anîne.

Hêjayî gotinê ye ku li gor vekolînên şûnwarnasên Feransewî akinciyên deverên Dêhloran rolekek berbiçav li: Destpêka avdêrî bo cotkarî û destpêka kewîkirina malat (çêlek) an de hebûne.

Li gor vekolînên şûnwarnasan û civaknasan ku di deverên curbicur de hatîne encamdan, şêwaza koçnişînî, şêwaza herî destpêkî ya jiyana mirov bûye û bi gotina kevnarnasan û vekolînên ku hatine encam dan, belkî devera Dêhloran yekem dever be ku bi vî awayî jiyan kirine, devera Dêhloran pêka deverên din ên seraserî Îranê, yek ji nawendên herî pêşketî bo cotkariyê bûye.

Cihên geryan û kevnar ên Şaristana Dêhloran pêk tên ji: Kelha Şiyax, Kelha paqfele, Kelha Kûrêçika, Kelha hejîr, Bajarê dîrokî yê Samra,T Elîkûş, Mosiyan, mihemed Ceifer, Moradawa, Ketîbeya Mîme,
Agirdana Mîme, Dînar kûh, Sûlava Abtaf, Ava sarkûh, Mormorî, Şikevta “Xofaş” (çekçekûle) û kaniya ava germ û ....hwd.