Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Derêşehr

15:02 - 13 Çirriya paşîn 2013

A: îdrîs Sitwet

şaristana Derêşehr yek ji şaristanên parêzgeha Îlamê ye û nawenda vê şaristanê jî bajarê Derêşehr e ku di sala 1343’an (1964) de bûye şaristan. Şaristana han li rojhelatê parêzgeha Îlamê hilketiye û panahiya wê jî 1480 kîlometra çargûşe ye ku li 130 kîlometriya başûrê rojhelata Îlamê hilketiye û panahiya vê şaristanê 9 kîlometr û dirêjahiya vê jî 160 kîlometr e û ji aliyê bakûr û bakûrê rojhelat tevî parêzgeha Loristan û ji aliyê başûr tevî şaristana Abdanan û ji aliyê rojava tevî şaristana Îlamê hevsînor e û akinciyên vê şaristanê kurd in û bi kurdî û bi devoka Lorî dipeyvin.

Li gorî serjimêriya sala 1391’an (2012) hejmara akinciyên vê şaristanê 59.551 kes bûye
Şaristana Derêşehr av û hewayeke xweş û hênik heye û ava wê jî zaf e, û bitaybetî rûbarê Semîrêrûd ji vê deverê derbaz dibe û ji rûbarên din ên vê deverê em dikarin amaje bi rûbarê Rûbê rûd, Sîkab û Girab bikin û xincî van rûbaran, çavkaniyên ava kaniyên vê deverê jî zaf in û piraniya çiyayên vê deverê dar hene û axeke baş jî heye û akinciyên vê deverê piranî mijûlî Terşdarî (heywandarî) û cotkariyê ne û bitaybet Xiyarên devera Derêşehr binavûdeng in.

Derêşehr derbazbûyiyeke kevn heye û şûnwarên kevnar ên vê deverê, vê rastiyê diselimînin ku ev devere di kevn de, cihekî avedan û cihê kesb û kar û bazirganî û cotkariyê bûye û hin şûnwar vê rastiyê serast dikin ku devera Derêşehr 3000 sal beriya niha xwediyê şaristaniyetê bûye û li gorî çavkaniyan paytextê havînî ya Îlamiyan bûye û xelkê vê deverê di dirêjahiya temenê kevnaretiya xwe de tûşî bûyerên tal bûne wekî bûyerên Erdhej, êrîşên Moxol û Têmûrxan, serhildana nexweşiyên Weba û Ta’ûn, êrîşên kuliyan, xela (hişke salî) û bûyerên xwezayî jî hîs kirine.
Em dikarin îşare bi bajarê kevnare Madakto bikin ku vedigere bo serdemê Sasaniyan û pitir li 1400 sal berî niha hatiye çêkirin, û Çartaqî ku dîroka vê vedigere bo 1400 sal berî niha, agirdana Derêşah, Pol Gawmîşan, şikargeha Behram Çobîn, şehrê kevnare Mêhrgankedê (Mêhrcanqizeq), Kelha Şêx Mekan,
Lê her çi qas ku Derêşehr xwediyê dîrokeke kevnar e û şûnwarên kevn hene ku nîşaneya şaristaniyeta kurdistanê ye, lê heya niha tu bernameyeke baş bo parastina wan nekirine û piraniya wan şûnwaran ber bi jinavçûnê ve diçin û tirsa vê tê kirin ku di pêşerojeke nêzîk de piraniya şûnwaran ji nav biçin.