Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Mêhran, Kurdistana Rojhelat

14:24 - 10 Kanûna pêşîn 2013

Şaristana Mêhran

Şaristana Mêhran yek ji şaristanên parêzgeha Îlamê ye ku li qerax rûbarê Gencançem hilketiye û ji aliyê bakûr tevî şaristana Îlam, ji başûr tevî şaristana Dêhloran, ji rojhelat tevî şaristana Melekşahî û ji aliyê rojava jî tevî dewleta Îraqê hevsînor e. Navê wê şaristanê yê berê Mensûrawa bûye ku di sala 1309’an(1930) de ji aliyê ferhengistana Îranê ve hat guherîn û navê wê danîn Mêhran.

Akinciyên vê şaristanê kurd in û bi zimanê kurdî dipeyvin û piraniya xelkê vê şaristanê mijûlî cotkariyê ne û di vê deverê de bi piranî dexl (genm) diçînin.

Şaristana Mêhran di şerê navbera Îran û Îraqê de zêde zirar dît û xelkê vê deverê jî bûne goriyê siyasetên desthilatdarên dewleta Îrana Îslamê û Îraqê, û Li destpêka şerê Îran û Îraqê, şaristana Mêhran kete bin desthilata dewleta Îraqê û sala 1365’an (1986)carek din kete bin desthilata dewleta Îranê. Cihê gotinê ye ku şaristana Mêhran bi dirêjahiya 220 Kîlometran tevî dewleta Îraqê hevsînor e.

Şaristana han xwediyê pitansiyelên baş e bo geşekirina vê deverê, wek hebûna axek baş û bi mifah bo cotkariyê, hebûna rûbarên wek Gencançem û Gawî, Çengole û Gidarxoş û hebûna çavkaniyên bin erd wek petrol û gaz û hebûna gomrika ser sînor ku li ser sînorê Behramawa hilketiye ku cihek baş e bo kar û barên bazirganiyê, geşekirinek baş bi xwe dîtiye û hersal kalayên zaf wek bêton, Asin,û alavên awahiyan û tiştên xwarinê ji vê sînorê ve bo Îraqê têne şandin.

Lo gor serjimêriya sala 1390’an(2011) akinciyên şaristana Mêhran 27506 kes bûye û şaristanek xweş e, û av û hewayek xweş heye
Devera şaristana Mêhran jî wek piraniya şaristanên din ên parêzgeha Îlamê xwediyê kevnaretiyek dûr û dirêj e û cihê şaristaniyeta mirov bûye û em dikarin îşare bi tepika kevnare Çixa ahwan û Çixa gilan bikin ku vedigere bo 7300 sal berî niha, ketîbeya Text Xan, şikewta binavûdeng ya Zînekan yan şikewta Biheşt, kelha zistanî ya walî ku li tenşt Gencançem hilketiye,ziyaretgeha Îmamzade husên, ziyaretgeha Îmamzade Elîsalih, Beq’êyê pîrqital û ...hwd.