Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Melekşahî

18:37 - 30 Kanûna pêşîn 2013

A: Îdrîs Sitwet

Şaristana Melekşahî yek ji şaristanên parêzgeha Îlamê ye û nawenda vê şaristanê jî bajarê Erkwaz e, û di sala 1385’an (2006) de, ji şaristana Mêhran cuda bû, û bûye şaristan, û rûberê vê şaristanê nêzîk bi 1608 kîlometra çargûşe ye ku dike %8 a rûberê parêzgeha Îlamê, û ji du bexşan bi navên bexşa Gêçî û bexşa “Merkezî” (nawendî) pêk tê, û ji aliyê bakûr tevî şaristana Îlamê, û ji aliyê başûr û rojava tevî şaristana Mêhran, ji rojhelat tevî şaristanên Dêhloran û Abdanan hevsînor e.

Li gor serjimêriya sala 1385’an (2006), akinciyên vê şaristanê 32759 kes bûye û Akinciyên vê deverê kurd in, û bi kurdî dipeyvin û piraniya xelkê vê deverê bi cotkarî û terşdariyê (heywandarî) mijûl in, û di vê deverê de bi piranî dexl (genm), ceh û nok diçînin.

Şaristana Melekşahî ji ber hebûna rûbar û çiyayan av û hewayekî xweş û hênik heye, û piraniya çiyayên vê deverê darûbar in, û xelkê vê deverê weke deverên din ên kurdistanê çand û hunera xwe parastine.

Şaristana Melikşahî di şerê navbera Îran û Îraqê de bû goriyê siyasetên her du welatan, û ji aliyê dewleta Îraqê ve hat dagîrkirin, lê carek din bo ser xaka Îranê hate vegerandin, û di wî şerî de xincî malwêraniyê tu tişteke din bo xelkê vê deverê bi dû re tunebû .

Di vê şaristanê de pir cihên xweş bo geriyanê hene ku em dikarin îşare bi hin ji wan bikin wek: Rûbarê Seyid Mihemed, şikevta Tayege, Talab Siyab Derwîş, Bendawa Çemgerdelan, Goristana Kangonbed, Ketîbeya Golgol, Agirdana koşka Qînber û ...hwd.

Şaristana Melekşahî, şaristanek kevnar e û di berê de cihê şaristaniyeta mirovahiyê bûye, û zaf şûnwarên kevin hene ku em dikarin îşare bi kelha Coq bikin ku hin kes li ser vê baweriyê ne ku kelha han di rastî de navê wê, kelha selcoq bûye ku di serdemê selcoqiyan de cihê ragirtina zindaniyan bûye, û ketîbeya Golgol Melikşahî ku kevnaretiya wê vedigere bo 3000 sal berî niha, û Agirdana Çartaqî ku vedigere bo serdemê Sasaniyan, û Ziyaretgeha seyid Mihemed Abid ku vedigere bo serdemê Sefewiyan, Şikewta Tayege, û Sûlava Ema.