Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Nexede

01:19 - 6 Hezîran 2012

Mecîd Cinîkanlû

H erêma Nexedê yek ji herêmên herî xweş yên parêzgeha Urmiyê ye. Ev bajarê xweş li deşta Sildûzê û li cem gola Urmiyê cih girtiye. Nexede yek ji xweştirîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê ye ku cihekî taybetî li dîroka Kurdan de heye. Şaristana Nexedê gola hertim şîn a Urmiyê hembêz dike. Li rojawa tevî Kurdistana başûr cîran e, û li başûr tevî bajarê Pîranşehrê cîran e.Li bakûrê Nexedê bajarê Gêlasan, Şino cih girtî ye.

Herêma Nexedê li deştekî xweş ku hemû dar û baxên Tirî, Sêv, Gêlas û ... hwd ne, cih girtiye û xelkê herêmê ji bo risqê jiyana xwe û dahatê li wan baxçe û fîqiyan mifahê werdigrin. Li herêmê de zaf Mêşên hingivîn jî hene ku ew jî wek yek ji riyên peydakirina dahatê tê hesibandin. Bajarê Nexedê navenda vê şaristanê ye û li neteweyên Kurd û Tirk pêk tê. Kurd û Tirkên li herêmê bi sala ye ku bi hevre dijîn ku ew Tirk li serdemê hikûmeta Qacaran li Îrewanê ji bo vê herêmê hatine dûrxistin. Şaristana Nexedê li du bexşên Navendî û Mihemedyar û du bajêerên Nexede û Mihemedyar pêk tê. Niha nifûsa şaristana Nexedê pitirî 72.324 kesan e ku piraniya xelkê herêmê li bajarê Nexede û Mihemedyar de dijîn.

Li herêma Nexedê gelek asewarên kevin yên dîrokî jî hene ku dîroka hin ji wan vedigere bo 2 hezar sal berî zayînê. Yek ji wan cihan tepikê Hesenlû ye ku xwediyê gelek asewarên dîrokî ye, lê mixabin gellek ji wan bi destê dewleta Îranê hatine talankirin.

Herêma Nexedê li nava çiyayên Soltan Yeqûb,Fêringî û Mehdî xan de hatiye dorpêçkirin. Li wan çiyayn gelek çem û rûbar dîrêjne nava vê şaristanê û ji ava wan çeman ji bo avdanî û avedankirina herêmê mifah tê sitandin. Çemê gader ku çemekî gelek pirr av û dirêj e ji çiyayên navebera başûr û rojhilatê Kurdistanê ve çavkanî digre, û piştî têr av kirina herêma Şinoyê tê herêma Nexede, û li wir jî dirêje nava Qûpiya wî bajarî. Seba wê xwezaya dewlemend av û hewayê herêmê çiyayî ye û ji bo karê çandiniyê gelekî cihekî baş û bi nirx e.
Seba cihgirtina Herêma Nexede li nêzîk sînorê Îran û Îraqê ev herêm ji aliyê rejîma Îranê ve bi herêmekî gelek hestiyar tê hesêbandin û li herêmê gelek cihên leşkrî hatine çêkirin ku ji bo tepeserkirina xelkê Kurd mifah jê tê sitandin.

Rejîma Îranê hertim hewil daye ku Kurd û Azeriyan li herêmê de li dijî hev bikar bîne, û di vê pêvajoya Ehrîmenî de gelek xwîna ciwanên Kurd û Azerî Rijandin û zaf komkûjî li vê herêmê pêk anîn.

Piştî hiloşîna rejîma paşatiyê li Îranê, di sala 1979’an de, Xumeynî daxwazên berheq yên gelê Kurd û Otonomiya Kurdistanê bi dijî Îslamê dihesiband û li Gelawêja sala 1979’an, di fitwayekê de, gelê Kurd bi kafir hesiband û biryara xeza(cîhad)ê bi dijî gelê kurd derkir.
Paş fermana Xomêynî bi dijî Netewa Kurd, hêzên Pasdaran rejîmê bi awayekî hovane êrîş kirne ser Kurdistanê û dest bi kuştin û ji navbirina xelkê sivîl yê Kurdistanê kirin. Siyaseta komkujî û jinavbirina gelê Kurd bû stratejiyek diyarîkirî a rejîma Komara Îslamî a Îranê li hember netewa Kurd de.

Di vê derheqê de Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji bo eşkerekirina pîlanên rejîmê li meha Banemera sala 1979’an de, xwest ku ji bo haydarkirina xelkê Kurdistanê li pîlanên dewleta Xumêynî Mîtîngekê li bajarê Nexedê pêk bîne, lê ev Mîtîng bi destê dar û desteyên rejîma Îranê hat şêwandin û li encam de li navebera Kurd û Azeriyan de şer çêbû. Piştî şerê han hêzên rejîma Îranê bi fermana Hesenî pêşnimêjê bajarê Urmiyê êrîşî ser herêma Nexedê kirin û gundên Kurdên herêmê kirin amanca xwe û bi qirkirina xelkê gundên Qarnê û Qelatan, Dîlançerx û Helbê, Koykan û Kehrîza şikakan û...hwd bi deyan kes ji xelkê herêmê kuştin.
Ev karesat wek yek ji terajîdyayên herêmê li nava Kurdên rojhilatê Kudistanê de hatiya naskirin. Siyaseta kuştina bi kom û qirkirina xelkê Kurdistanê ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve, û çêkirina şerê netewan yek ji siyasetên qirêj yên vê dewletê ye ku heya îro rojê jî tê meşandin.

Gelê Kurd û Azerî li herêma Nexedê dibe bi derswergirtin ji derbasbûyî yekgirtî û birayane ji bo bidestveanîna mafên xwe xebatê bikin û di vê riya pîroz de hevdû bi dost û hevpeyman bizanin.
Nexede dibe ku wek bajarê birayetî û çanda Neteweyan bihê hesibandin û hebûna Kurd û Azerîyan ne tehlûke, belkû xalek pozetîv ya vî bajarî ye ku rengarengiyek taybet dide vî bajarî.