Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Qurwe

12:15 - 26 Kanûna pêşîn 2012

Mecîd Cinîkanlû

Şaristana Qurwê yek ji Şarsitanên parêzgeha Sinê a rojhilatê Kurdistanê ye. Şaristana Qurwê di deşetekî pan û berîn li 90 kîlomêtriya rojhlatê bajarê Sinê cih girtiye. Nifûsa wî bajarî 65842 hezar kes e. Şaristana Qurwê xwediyê gellek çiyayên bilind e ku li hemû demên salê de, bi befrê hatine dapoşîn, ku em dikarin îşarê bi Bedir, Perîşan, Pence, Kolareh û...hwd bikin.

Li herêmê de gellek rûbar û çem wek: Telxe, Tehmasib, Qizil Ozun hene ku çemê Qizil Ozun girîngtirîn çemê vê herêmê tê hesibandin.
Navenda Şaristana han di demên derbaz bûyî de gundek bi navê Qislan li 8 kîlomêtriya bajarê niha yê Qurwê bûye ku bi destê kesekî bi navê Emanullah Xan, waliyê Kurdistanê hatiye çêkirin.

Bajarê Qurwê seba cih girtin li ser rêya HemedanـTehranê û cihê xwe yê sirûştî û hebûna Deştên mezin yê kiştûkalê û çavkaniyên jêrerdî bi yek ji herêmên herî zengîn yên Kurdistana Îranê tê hesibandin.

Qurwe xwediyê cihên gellek xweş ji bo geriyanê ye, û seba hebûna kaniyên ava gerim û seyrangehên gellek xweş û bedew li herêmê salane hejmarekî zaf ji torîstan serdana vê herêmê dikin:
Cihê niha yê bajarê Qurwê li sedsala 9’an paşve bi Elî Şeker dihat naskirin. Derbarê navê Elî Şeker tê zanîn ku Elî Şeker navê Emîrekê bûye ku li herêma Hemedanê deshiltdarî kiriye.

Çavkaniyên dîrokî vê yeke xûya dikin ku Qurwe ne tenê wek bajarekî li serdemê Qacaran de, belkû wek yek ji navendên gundên herêmê dihat hesibandin ku xwediyê girîngiyekî taybetî bûye.
Seba çêkirina rêya Hemedan-Sinê û bi derbaz bûna çax, pêgeha vê herêmê hin zêdetir bû, û bi zêdebûna nifûsa herêmê, Qurwe wek bajarekî girîngiya xwe peyda kir. Li çavkaniyên dîrokî de bas ji vê girîngiyê hatiye kirin ku di dawiya deshilatdariya Qacaran de bûye. Cihê yekem ê bajarê Qurwê li tenişt kaniyekê ya bi navê Serab bûye ku li bilindahiyên başûrê rojavayê wî bajarî bûye.

Di sala 1335 heya sala 1365’an a Rojî, seba bihêzbûna rêyên îrtibatî li navbera Sinê û Hemedanê û paşan jî giringiya wî bajarî li derheq navendên çandinî û mezin bûna bajar bi dirêjiya rêya Sinê hemû bûn sebeb ku girîngiya wî bajarî roj bi rojê zêde bibe.


Kurdên Qurwê piranî bi zaravê Kelhûrî dipeyvin û gellekî welatparêz in. Kurdên Qurwê seba cih girtin di sînorê di navbera Kurdistana Îranê û bajarê Tirkan her tim ji aliyê dewleta Îranê ve hatine tepeser kirin û ew yek seba vê hindê bûye ku kurdên Qurwê her tim li nasnameya xwe a Kurdiniyê xwedî derketine. Di gel vê yekê ku piranîya Kurdên Qurwê li ser mesebê Şîe ne, lê disan jî ew yek nebûye sebeb ku ew li tepeserkirina rejîma Îranê dûr bin. Rejîma Îranê gelek zext û givaşê jibo Kurdên wan herêman tîne û li herêmê de gelek cihên leşkerî jibo tepeser kirina xelkê ava kirine.

Kurdên Qurwê li raperîna sala 1357’an Rojî ya gelên Îranê pişikdariyek berçav hebûn, lê piştî raperînê seba wê yekê ku piştewanî ji xwestekên berheq yên gelê kurd dikirin, kevtine ber êrîşa pasdarên rejîmê û mixabin gellek komkujiyên mezin li dijî Kurdên vir hatin kirin.