Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Seqizê

01:37 - 9 Îlon 2012

Mecîd Cinîkanlû


Seqiz bajerekî kurdan e ku li parêzgeha Sinê li Îranê hilketiye. Hejmara nifûsa vî bajarî, 205.250 kes e. Seqiz bajarekî dîrokî ye. Dîroka wê li gorî arkeologan vedigere bo 2000 salî berî niha. Navê Seqizê ji navê Sekka ku navê hozeke kevin e, hatiye wergirtin, ku li çaxên kevin de li wê herêmê de dijiyan.

Bajarê Seqizê navenda Şaristanê ye û ew Şaristan xwediyê bajarekî din a bi navê Sahib e. Şaristana Seqizê li bakûr li gel bajarê Bûkanê, li rojhilat li gel bajarê Dîwanderê, li başûr li gel bajarên Merîwan û Banê hevtixûb e. Herwisa li aliyê başûrê rojava, bajarê Seqizê li gel başûrê Kurdistanê hevsînor e. Şaristana Seqizê li sê herêmên Navendî, Zêwiye û Serşêw pêk tê.

Bajarê Seqizê li ser du giran û li cem çemê Welî xan hilketiye, û çemê Sîmîne jî li qerax bajêr de derbaz dibe. Ev yek bedewiyekî bê qas ciwan daye bajar, û her seba wê yekê bajarê Seqizê xwediyê av û hewayekî xweş e. Gelê herêmê hemû Kurd in û pitir li gundan bi karê werzêrî û ajeldariyê re mijûl in. Ajeldarên herêmê li deşt û çiyayên Benefşe, Garîn, Çil Çeme mijûlî karê pezdariyê ne. Her seba vê yekê ew herêm xwediyê cihê baş ji bo xwedîkirina heywanan e, û li herêmên wek Xurxure û Serşîwê gelek cih ji bo peydakirina debara jiyanê peyda dibin.

Li herêmê de 240000 hiktar cihên daristan û erdên çandiniyê hene. Di wan çiyayên bedew bi dehan çem û kanî diherikin ku ên herî girîny pêk hatine ji: Çemê Cexetû, Xurxure, Welî Xan, Altûn û Tetehû ku piraniya wan piştî têravkirina deşt û newalên Seqizê dirêjne nav gola Urmiyê.
Dîroka bajarê Seqizê ji bo 7 hezar salan berî Zayînê vedigere. Ji asevarên ku li girê Zêwiye bi dest hatine ,vê yekê nîşan didin ku yekem hevgirtina Madan li wê herêmê de bûye û bi destê wan li herêmê çendîn Kel hatine çêkirin ku kela Zêwiye û Qeplantû li wan cihan in, ku wan çêkirine. Piştî êrîşa Sarkin, Şahê Aşûr li ser Madan, Mad bi neçarî ber bi Hemedanê çûn û Seka hatine Seqizê û wir wek navenda deshilata xwe ava kirin. Navê îroyîn yê bajarê Seqizê li Seke, Seka, Êskît, Sakiz, Sikiz wek yadigarekê ji bo me bi cih maye, û îrorojê gel wî bajarî bi navê Seqiz dinasin.
Bi her awayekî be Seqiz yek ji bajarên herî kevin yê Kurdistanê ye û di dîroka neteweya me de cihê xwe yê taybetî hebûye û heye.
Li serdemê Sefewiyan heya Serdemê Qacaran, mîrnişîna bi nav û deng ya Erdelan li wê herêmê deshilat hebûne û rolekî mezin di avedanî û ewlehiya herêmê de lîstine.
Li şaristana Seqizê pitir ji 150 asevarên dîrokî hene ku seba siyasetên dewleta Îranê tenê du asevarên wî bajarê li rêza asevarên netewî yê Îranê de hatine nivîsandin.

Kela Zêwiye:

Kela dîrokî ya Zêwiye ku li zaf pirtûk û belgenameyên dîrokî de navê vê hatiye, li 55 kîlomêtriya başûrê rojhilatê Seqizê û li bakûrê gundê Zêwiye cih girtiye. panahiya kela han çar hiktar e. Dîroka vê jî ewa ku heta îro hatiye zanîn ji bo 7 hezar sal berî zayînê vedigere.


Şikefta Kereftû:
Şikefta Kereftû yek ji asevarên herî bedew û cihê ecêbê yê wê herêmê ye. Şikefta han li nav kevirekî bilind li nêzîk gundên Mehmûd ava, Mîr Seîd û Elî ava hilketiye. Kereftû wek yek ji asevarên herî kevin yê Îranê tê binav kirin û her salê bi sedan kes li seranserî Îranê serdana herêmê dikin. Tê gotin ku heya îro jî kesê nekariye dawiya wê Şikeftê peyda bike.
Kurdên Seqizê li şoreşa rizgarîxwaziya gelê Kurd de rolekî gelek baş hebûne, û di vê riya pîroz de gelek nirxên baş pêşkeşî neteweya me kirine. Li serdemê Komara Kurdistanê a 1945’ê li bajarê Mihabadê, xelkê Seqizê bi awayekî gelek ektîv beşdarî damezirandina Komara Kurdan bûn û heta dawîn dilopa xwîna xwe berevanî ji destkevtên Komarê kirin.


Paş têkçûna Komara Kurdistanê, 11 kes ji Xan û Serdarên herêma Feyzûlabegî a Seqizê seba Alîkariya tevî Komara Kurdistanê û beşdarî li damezirandina Komarê û her wisa şer li dijî hêzên Îranê, bi sûçê Azadîxwaziyê hatin Şehîdkirin. Ew yek li dîroka xebat Azadîxwaziya Netewa Kurd de bi başî hatiye nivîsandin û destana berxwedan û helwêsta dayîka wan şehîdan (Zerefşan xanim) û cesareta wê wek rûpelekî zêrîn di dîroka Kurdan de heta îro maye.
Di çaxekê de ku çend kurên Zerefşan Xanimê bi destê Serbazê Şahê Îranê hatine bidarvekirin, navhatî destê xwe li xwîna serçavên xwe dide û li serçavên bê can yê kurên xwe didie! çaxê ku fermanderekî Artêşa Îranê jê dipirse çima tu wî karî dikî? Ev dibêje ku kurê min yê şêr seba vê yekê ku miriye, rih li canê wî de nemaye û rengê wî zer bûye, ez wisa dikim ku hûn nefikirin ku kurê min tirsiya be! ew netirsiya ye, ew şehîdê gelê xwe ye.


Bê guman Seqiz û Seqizî di dîroka azadîxwaiya gelê Kurd de xwedî hezaran Serdarên wek Feyzûlla Begiyan û hezaran dayîkên wek Zerefşan Xanimê ne. Eger wisa be Serkevtin û pîrozî her ya Kurd û Kurdistanê ye.