Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Sîrwan

13:32 - 24 Çirriya paşîn 2013

A: îdrîs Sitwet

Şaristana Sîrwan yek ji şaristanên parêzgeha Îlamê ye û nawenda wê şaristanê jî bajarê Lomar e û ev şaristane li sala 1391’an (2012)ji şaristana Şîrwan Çrdawil cuda bû, ev şaristane ji bakur tevî şaristana Serabilê, ji başûr tevî şaristana Derêşehr, ji rojhelat tevî parêzgeha Loristan û ji rojava tevî şaristana Îlamê hevsînor e. Akinciyên vê şaristanê kurd in û bi kurdî û bi devoka Kelhorî dipeyvin û li hin deveran jî wek deverên Hîlan jî bi devoka Lekî dipeyvin.

Şaristana han 1100 Kîlometra çargûşe ye û ji sê bexş, û çar dêhistanan pêk tê.

Ev şaristane, şaristanek pir xweş û av û hewayek pir xweş û zêde av jî heye û weke yek ji xweştirîn şaristana parêzgeha Îlamê tê hesibandin û zêde av jî heye.

Em dizanin ku yek ji sedemên bingehîn ên peydabûna û şaristaniyetan, hebûna avê bûye ku di vê deverê de bi sedema rewşa coxrafiyayî û bitaybetî ava zêde, di dirêjahiya dîrokê de cih û warek baş bûye bo jiyana civakiya xelkê û niha jî şûnwarên kevnare vê deverê vê rastiyê diselimînin.

Piraniya akinciyên vê deverê mijûlî terşdarî (heywandarî) û cotkariyê ne û hinarên vê deverê binavûdeng in û her sal berhemên hinarên vê deverê dişînin bo şaristanên din, yan jî parêzgehên din.

Şûnwarên kevnar ên şaristana Sîrwan:
Yek ji girîngtirîn şûnwarên dîrokî di vê deverê de, bajarê kevnare Sîrwan e ku li gundekî bi navê Serab Kelan hilketiye. Ev bajare nawenda Îyaleta Masbezan bûye ku heya sedsala 4’ê jî rewşa siyasî, civakî û bajariyê parastiye û yek ji bajarên seyrangeha Şahên Sasanî û bixasmanî Enûşîrwan bûye.
Li gor vekolînên şûnwarnasan, ev bajare bi sedema Erdhejîn ku di sedsala 4’ê de pêkhatiye, herifiye û niha jî hin ji wê şûnwarê maye lê ber bi jinavçûnê diçe.
Herçend ku di Îlamê de tenê ev şûnware nine ku ber bi jinavçûnê diçe belkî şûnwarên zaf di kurdistanê de hene ku heya navê wan jî nahê bikarnîn û zêde jî jinav çûne bitaybet li parêzgeha Îlamê de.

Şûnwarên kevn ên wê şaristanê em dikarin îşare bi tepika kevn a gundê Çigînî, Kelha Sîrwan, Kelha Hîzder, Şikewta Berêzerd yan Kinatarîke, Şikewta Çilsitûn bikin.