Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaşitiya pîzişk canê jineka Kurd li Selmasê girt

20:36 - 26 Adar 2014

Kurdistanmedia: Jineka Kurd xelkê gundê Zûla ya ser bi bajarê Selmasê seba şaşitiya pîzişk yê kadrê nexweşxanê, canê xwe ji dest da.


Li gor nûçeya gihiştî malpera Kurdistanemdia, jineka Kurd bi navê “Curciya Etmanî” keça Fetila akinciyê gundê “Zûla”a ser bi bajarê Selamsê ku seba pevçûna varê tendurustiyê bo nexweşxanê biribûn, lê seba şaşitiya pîzişk yê kadrê nexweşxaneya Selamsê jiyana xwe ji dest da.
Li gor vê raporê, ew jina Kurd ji ber xirab lêdan(weşandin)a derziyê ji aliyê pîzişkê nexweşxana Selmasê ve, rewşa tendurustiya wê xirabtir bû û di encam de canê xwe ji dest da.
Ew jina paş ewê ku derziya xirab diweşînin, malbat û kes û karê wê xwastine navbirî veguhestine bo nexweşxana Urmiyê, lê ji aliyê pîzişkê çareseriyê ve pêşî lê digrin û di encam de hemwelatiya Kurd canê xwe ji dest da.
Curciya Etmanî seba bê îmkanatî û xirabtirbûna rewşa tendurustiyê, paş çend demijmêre razandin di nexweşxana Selmasê de, canê xwe ji dest da.