Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Çavdêr ya Mafê Mirov, serkutkariyên kedkariyê yên ji aliyê komara Îslamî ve, bi tundî rexne dike

10:43 - 23 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Saziya Çavdêr ya Mafê Mirov, reftarên  hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê derheq çalakvanên kadkarî û mamostayan di Îranê de, bi tundî rexne kir.

“Mikel Beege” cihgêrê berpirsê beşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Aferkqayê yê di  Saziya Çavdêr ya Mafê Mirov de, di vê derheqê de wiha dibêje: “Berpirsên rejîma Îranê mamosta û çalakvanên kedkariyê bi sebeba daxwazikirina maf û heqdestê pare mayî yê xwe, nerazîbûnên aştiyane ku mafê destpêkî yê  kedkaran e,lidarxistbûn van ceza didin”.

“Mikel Peeg”  daye xuyakirin ku, gotinên berê yên radyedarên rejîma Îranê,  yên derheq yekgirtîbûna neteweyî û berxwedanî li hemberî givaşên welatên derve de, û ji aliyekî din ve jî , desteserkirina çalakvanên kedkariyê û mamostayan bi sebeba nîşandana nerazîbûnan, ev gotin   berprisên rejîmê hemû vala û bê bingehe da zanîn.

Vê saziyê li gorî belgeyên ku di kanala telegramî ya “şêvra hevahengîkirina rêkxistinên sinfî yên mamostayan de belavbûne daye zelalkirin ku,  roja 20`ê Xezelwera borî aliyê kêm 12 mamoste di Îranê de hatine desteserkirin, û 30 kesên din jî hatine gazîkirin û lêkolîn derheq van de hatine encam dane.

 Her di vê pêwendiyê de jî, Resûl Bidaqî,  endamê navenda sinfî ya mamosteyan ev 7 salin  ku bi sebeba  çalakiyên aştîxwezane di girtîgehên wekî “Êvîn” û Guherdeştê” de, jiyana xwe derbaz dike, û herwisa heyamek berî niha jî hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran a terorîst, Haşim Xwastar mamostayê xanenişîn û  endamê naskirî yê navenda sinfî yê mamostayên bajarê Meşhedê, desteserkiribûn û piştî çend rojan ev bo nexweşxaneya “Êbnê Sîna” a beşa derûnî ya nexweşxaneyê veguhastibûn.

Cihgêrê berpirisê beşa Rojhilata Navîn a Saziya Çavdêr ya Mafê Mirov, derheq serkutkariyên berfireh yên mamosta û çalakvanên kedkariyê de dibêje: Ev kiryara wekî berê ye ku, navendên komara Îslamî ya Îranê, ji dehkên borî de vê dişûpînin, li gorî gotina “Pich” “navendên Îranê di cihê ku van yekîniyan bi pira di navbera berpirsan û endamên sindikayanbidin  guhertin, lê,bi hemû awayî rêkxistinên aştiyane serkut dikin.