Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Ewlehiya Almaniyayê li derheq kiryarên nehênî yên Îranê li Alman raporek belav kir

13:28 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2022

Saziya Ewlehiya Navxweyî ya Îyaleta “Hamborg” a welatê Alamaniyayê di rapora sala 2021an de belav kiriye ku, kesekî Almanî-Îranî bo damezraveyên navkî û mûşekî alav şandine û bas ji kiryarên Wezareta Îtila`at a rejîma Îranê kiriye.

Rapora 190 rûpelî ya Saziya Ewlehiya Navxweyî ya Îyaleta “Hamborg”ê ku bo xelkê hatiye belavkirinê hatiye: “Kesekî Almanî-Îranî yê bi navê “Elêksandêr G.” di 3 qonaxan de alavên ceribandin, mûşek û navkî bo Îranê şandine ku îzna şandina wan tinebûye û nirxa wan jî zêdetir ji 1.1 milyon EURO bûye”.

Dosyeya “Elêksandir G.” li asta çekên kuştina bi kom li beşên “çekên navkî, biyolojîkî, kîmiyayî, teknolojiya mûşekên hilgirê wan çekan û zanista hewce bo wî karî”, hatiye rêzbendîkirin.

Herwisa di vê raporê de îşare bi pêdagîriya micid a rejîma Îranê bo sîxurî û rawestan li dijî aliyên siyasî yên opozîsiyona Îranê û rola Spaha Quds û Spaha Pasdaran a tererorîst jî hatiye kirin.

Pêka vê raporê rejîma Îranê bi hemû awayekî hewl dide ku, bi rêyên neyasayî teknoojiya mûşekan û bernameya navkî bi dest bixîne û di vê hewla xwe de berdewam e.

Di sala 2021`an de damezraveya Zanist û Ewlehiya Navneteweyî li Washingtonê dabû zanîn ku, rejîma Îranê bi berdewamî kesên girêdayî xwe û kirêgiritiyan bo bi destxistina alavên hewce bo bernameyên xwe bi kar tîne”.