Roja Pênçşemî 16`ê Hezîranê Saziya Lêborîna Navneteweyî di daxuyayiekê de li derheq qutkirina tiliyên 8 girtiyan dubare ji rejîma Îranê re hişdarî da.
Saziya Lêborîna a Navneteweyî ji tev aliyan daxwazkiriye bi şandina nameyan bo serokê dadweriya rejîma Îranê, pêşî ji vê biryara ne adilane û dûr ji exlaqê mirovahiyê bigrin.
Wê saziya navneteweyî di vê daxuyaniyê de cazayê sê ji wan girtiyan bi sedema îtrafkirina di bin îskencekirin û birêveçûna dadegehên ne adlane da ye zanîn, û ji Civata Navneteweyî daxwaz kiriye da ku bi hemû şiyan û hêza dîplomasiya xwe, pêşî ji birê ve çûna vê cazayî bigre.
Her di vê derheqê de, Diyana EL-Tihawî, Cêhgira Herêma Rojhilata Navîn û Aferîqaya Başûr li Saziya Lêborîna Navneteweyî de, qutkirina tiliyên girtiyan li Îranê, curek îşkencekirin û vebîranîna zilma bêşemane daye zanîn.
Rayedarên gendel û zalim yên rejîma Îranê bi milyardana serwert û samana welat bo zarok û kesûkarên xwe l iwelatên seranserê cîhanê de mexazte dikin, lê welatî ku ji ber neçarî û nebûna kar rastî hin sûçên sivik dibin, endamên laşê wan qut dikin û ev kiryara dûr ji exlaq û her core yasayên dijî mirovahiyê ye.