Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêborînê a “NY” xwazyarê betalkirina hikmê îdama 5 girftiyên Ereb ên Ehwazê bû

22:18 - 12 Hezîran 2012

Kurdistabnmedia: Piştî ku 5 hevwelatiyên Ereb ên Ehwazî ji aliyê rejîma Îranê ve bo cihek nediyar hatin veguheztin, saziya Lêborînê a “NY” daxwaz kir ku hukmnê han bihê betalkirin.
Saziya Klêborîna “NY” dibêje, veguheztina wan 5 hevwelatiyên Ereb bo cihek nediyar, îmkana birêveçûna hukmê han bûye seba nigeraniyê.
Navên wan 5 kesan ev in: “Ebdulrehman”, “Teha” û “Cimşîd Heyderî” sê bira û du kesên din bi navên Mensûr Heyderî û Emîr Miawinî ne.
Cihgirê bernameya Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê di Saziya “NY” de bi diyarkirina vê ku saziya han xwazyarê sekinandina bilez a humkê îdama wan 5 hevwelatiyên Ereb e, car din ji hikûmeta Îranê xwast ku cezaya mirinê ji gişt girtiyên li jêr hukmê îdamê de betal bike.
5 girtuyên han xekê bajarokê “Emelaşiye” yê ser bi bajarê Ehwazê ne ku buhara sala 2011’an di nerazîtiyên xelkê wê deverê de hatin destbiaserkirin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê