Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Netewên Yekgirtî navê zêdetir ji 350 hezar kesên ku di şerê Sûriyê de hatine kuştin ragihand

11:20 - 25 Îlon 2021

Ofîsa Komîserê Bilind ê Saziya mafê Mirovî ya Netewên Yekgirtî li roja Înê 24ê Îlonê, ragihand: “Nasnameya zêdetir li 350 hezar kuştiyên şerê Hundir ê Sûrioyê zanîn e”.

Komîsera Bilind a Saziya mafê Mirovî ya Netewên Yekgirtî “Michelle Bachelet” bi tekezî ragihand: “Di vê amarê de nasnameya 350 hezar û 209 kesan ku ji meha March a sala 2011 heta meha March a sala 2021an, di şerê Sûriyê de hatine kuştinê zanîne lê amara serast ji wê amarê ku hatiye belavkirinê zêdetir e.

Nûçegihaniya “Reuters”ê bi tekezî ragihandiye: Şerê Sûriyê mezîntirîn kirîza penaxwazan li cîhanê afirand û zêdetir ji 5 milyon hevwelatiyên Sûriyê li welatên Cîranên Sûriyê penaxwaz in û zêdetir ji milyonek li welatên Ewropayê penaber in.

Herwisa “Michelle Bachelet” bi tekezî ragihand: Ev amara pêka rapor şahidan û belgeuyan hatiye dariştin û ev rêje bi tenê wan kesan li xwe digre ku nasnameya wan bi tevahî bo me rohn bûne û rêkefta canjidestdana wan rohn e”; Pêka vê raporê zêdetir li 27 hezar zarok li Sûriyê hatine kuştin.

Rejîma Îranê bi afirandina fitneyên berdewan nehiştiye ku aramî di welatê Sûriyê de cihgîr bibe.