
Saziya Pîşeyî ya Parêzaran li bajarê Mardînê bi sedema berçavnegirtina zimanê Kurdî li projeyea hevpar a Yekîtiya Parêzerên Tirkiyê û Komîsiyona Bilind a Penaberan a Netewên Yekgirtî li Tirkiyê bo alîkarîdan bo penaxwazan, nerizayetiya xwe nîşan daye.
Saziya Pîşeyî ya Parêzaran a Tirkiyê û Komîsiyona Bilind a Penaberan “UNHCR” li welatê Tirkiyê di projeyekê de ku bi armanca alîkarîdanên yasayî bi penaberên ku zimanê wan Tirkî nînin, bi çendîn zimanên wekî Farsî, Erebî û Farsiya Derî hêlek telefonê ava kirine, lê zimanê Kurdî berçav negirtine û eva jî di halekê de ye ku hejmarek zêde ji penaberên Kurd di Tirkiyê de hene.
Di vê derheqê de Sekreterê Giştî yê Saziya Pîşeyî ya Parêzaran a bajarê Mardînê “Sezgîn Dînç”, tevî rexnegirtin ji nebûna zimanê Kurdî di vê projeyê de ragihand: “Nebûna Zimanê Kurdî di vê projeyê de kêmasiyek mezin e û hewce ye zimanê Kurdî di vê projeyê de bê berçavgirtin”.
Herwisa “Sezgîn Dînç” ragihandiye ku pêka amarên Saziya Netewên Yekgirtî, 10 heta %12 a xelkê Sûriyê Kurd in û di Tirkiyê de 3 milyon û 75 hezar û 501 penaxwazên xelkê Sûriyê hene û herwisa Kurdên Êzidî jî hene.