Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Se bo kê direvin?

22:48 - 22 Nîsan 2012

Kêyhan Yûsifî
Di vê cîhana ku em têde dijîn û di vê riya pirr ji çep û xwar a dîrokê de gellek kes hatine û çûne, û her yek ji wan bi qasî şiyan û têgihîştin ji peyam û resaleta hebûna xwe toyek çandiye.

Hinek kesan nasname û esliyet û koka mirovî a xwe nasîne û riya pirr îza ya dîtina rastiyan û azadjiyanê girtine pêş, û bi can û dil êş û elemên jiyanê qebûl kirine û ketine ber xezeb, kerb û kîn û zora xwedî deshilatan, û ên weha jî hebûne ku wijdana xwe binpê kirine û bûne xizmetkar û guh li fermanê xwedî deshilatan.
Dîroka mirovahiyê berdewam gewahyarê şerê di navbera wan du desteyan de bûye. Yên ku dilê wan bi neteweya wan re bûye û di nav dilê neteweya xwe de rabûne û alaya azadîxwaziyê bilind kirine, û ên ku çavê wan kor, û guhê wan kerr, û bûna koleyê mal û deshilatê.
Di Kurdistanê de jî hebûne ew xwefiroşên ku nîrê bênasnameyiyê avêtne stûyê xwe, û riya xizmetkirina bi êrîşkarên vê nîştimanê û îxanetkirina bi xak û neteweya xwe hilbijartine, herçend ku piraniya wan xwefiroşan ne bi zanebûn, ketine dava îxanetê de, lê kirêgirtî û pênûsfiroşên weha jî hebûne ku bi zanebûn, av rijandine nav coka êrîşkaran û hakimên zalim de, û dijî xortên vî neteweyî li refa dijminên nîştiman de dest bi şer kirine.
Yek ji wan kesên xelk jê bêzar, di vê qonaxê de tu kes nine ji bilî “lêkoler”ek jixwerazî bi navê Îrfan Qaniî Ferd.
Qaniî Ferd çend rojan berî niha mêhvanê programa “Hemsedayî” (Hevdengî), a kanalaFarsî ziman, ya “Endîşe” bi pêşkêşkariya “Feramerz Firûzendê” bû. Di vê programa pilankirî de, û bi ducarîkirina axavtinên ne rast û baskirina ji gotinên bê bingeh û ne mentiqî, di hewla rexnegirtina ji dîroka xebata neteweya Kurd û rohnkirinan derbarê tevgera Kurd, û kesayetiyên hezkirî û buhagiraniyên netewî ên vî neteweyî bûn. Lê rexnekirina dîrokê û vedîtina rastiyan erkek giran e, ku rêrewa dîrokê her kesî di vî warî de hêja nabîne, û li gorî gotina Îdwar Seîd ya ku derbarê rolê lêgerekî rastiyan giring e, serbixweyî û armanca wî/ê ye.
Serbixweyiya lêger û lêkolerê rastiyan û girêdayînebûna wî/ê bi nawendên deshilatê ( ku wan nawendên deshilatê tu armancek ji bilî jinavbirina neyarên xwe, û dapûşîn û veşartina kar û kiryarên xwe bisedma “meslihet” yan “şanaziya netewî” tuninin), û her weha baskirina ji du armanên esîl wate “Azadî” û “dadperwerî” ku pêwera nirxandina tewaya kar û kiryarên deshilatê ne, bingeh û koka lêkoler û lêgerê rastiyan dide selimandin.
Lêgerê li pey rastiyan berdewam rexneyan ji kêmasiyên heyî digre,ku pêkînerê wan kêmasiyan jî her hikumet bixwe ye. Lê gelo mirov dikare Qaniî Ferd jî bîne nav refa wan mirovên ku ji bo destnîşankirina rastiyan karê lêkolîn û lêgerînê dikin?
Gelo Qaniî Ferde deshilat û kar û kiryarên wê rexne dike, gelo armanca Qaniî Ferd dadperwerî û azadî û berevanî ji mafê binpêpikrî ê neteweya wî ye? Qaniî Ferd di warê kîjan siyasetê, li gorî xwe lêkolînan dike û rexneyan digre?
Qaniî Ferd darê heracê li dîroka azadîxwazane û mafê neteweyek belengaz dide, û xebata neteweya Kurd girêdayî bi aliyên derekî dide zanîn, rast ew axavtinên ku erbabên wî li Cemaranê zêdetir ji sê dehsal e ku dikne carr, ku di rastî de neteweya Kurd ji wan gotin û boxtanên bê bingeh têr bûye
Qaniî Ferd li gorî vê erkê ku bê wî hatiye sipartin, hewil dide ku kar û kiryarên cinayetkarane ên nawenda deshilatê hene, ku ew bi kirê girtine. Ew hewil dide ku bi anîna belgeyên ne di cihê xwe de, derheq terorkirina rêberên şehîd ên PDKÎ, bi taybetî şehîd Dr. Qasimlo ji aliyê rejîma axûndî a Îranê ve şik û gumanan pêk bîne.


Ew li pey rizgarkirina Îranê ji tewaya wan cînayetan e ku rejîma Îranê li Kurdistanê de encam daye. Qaniî Ferd hebûna partiyan wek sedema zindîbûna civakê dizane, û hewdem pêkhatina partiyên Kurd wek karê bîhaniyan dihesibîne, û ciwan û çalakvanên Kurd bo beşdariya siyasî han dide, lê gelo pêkhatina partiyan û çalakiya di wan partiyan de bi wateya beşdariya siyasî nine? Gelo rejîma Îranê îzna çalakî û beşdariya siyasî li derveyî çarçoveya diyarîkirî û kontirolkirî a xwe dide tu kesî? Qaiî Ferd gulleberdana bi ser leşkerên Îranî wek karek kirêt û xirap bi nav dike. Gelo bidarvekirina xortên Kurd, komkujî û kuştara jin û zarok û pîr û kalên Kurdan û bi hezaran cînayetên din ên rejîma Îranê çi niha yan jî li dem û salên borî de, bo rexnekirinê nabin, ku ew lêkolerê zana! Basê lê nake?
Ew zanayê jêhatî! xwe wek alîgirê modernîte, û hizra modernîteyê dihesibîne, ew mafê diyarîkirina çarenûsa neteweyan wek kiryarek paşvemayî dizane, lê beşdarî û alîkariya di gel rejîma paşvemayî û li gorî sedsala navîn wek karek modern û îroyîn dihesibîne.!

Erkek din ya ku bi navbirî hatiye sipartin, çandina toyê nifret û nakokiyan li navbera hêz û partiyên Kurdî li beşaên curbicur ên Kurdistanê de ye.
Gotinên devikî, bê belge û direv, derheq hebûna nakokiyan di navbera şehîd Qazî Mihemed û rehmetî Mela Mistefa Barzanî li Komara Kurdistanê de, û girêdayîbûna hêz û aliyên Kurdî bi sirwîsên Îtilaatî ên welatên derekî, ew gotinên nû ninin, ku Îrfan Qaniî Ferd îro wek Tûtiyan ducarî dike. Axavtinên weha di rastî de mîkanîzma hikumetên dagîrkar li Kurdistanê de di warê tepeseriya bêrehmane a tevgerên azadîxwazane ên neteweya Kurd di doma wan çend salan de bûye. Wan di cihê bersivdana bi xwastek û daxwaziyên rewa ên Kurdan bi wan mîkanîzman dest bi tepeseriya wan tevgeran kirine.
Ew kiryarên weha ên Qaniî Ferd, min dixe bîra çîrokek bi navûdeng : “Dibêjin ku rojekê seyek li pey girtina kêrûşkekê de bû, lê nedikarî wê bigre, kêrûşk vegeriya û gote se: xwe mandî neke, tu nikarî min bigrî. Jiber ku tu ji bo ên din direvî, lê ez ji bo xwe”.
Û cenabê Qaniî Ferd tu ji bo ên din ... lê em ji bo xwe.