Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê endamên malbatekî girtiyê siyasî yê Kurd ji aliyê Îtilatê ve hatin binçavkirin

21:54 - 15 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Hêzên Îdareya Îtilata rejîma Îslamî ya Îranê, birayek û du endamên malbata “Hebîbulla Gulperîpûr” li bajrê Sine destbiser kirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, paş nîveroya 9’ê Nîsan a 2014’an, hêzên Îdareya Îtilata rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Sine, “Izet Gulperîpûr” birê “Hebîbullah Gulperîpûr” zîndaniyê siyasî yê Kurd yê îdamkirî, hat girtin.

8272.jpg
Hebîbullah Gulperîpûr


Hêzên îdareya Îtilatê paş girtina hemwelatiyê han yê Kurd, çûne nav mala bavê navbirî û serbarî bêrêzîkirin bi malbata wî, dest dane lêgerînê û hemû kelupelên şexsî weke pirtuk, kampiyoter dest bi ser de girtine.

Di vê pêwendiyê de di roja 9’ê Nîsanê, hêzên îdareya Îtilata rejîma Îranê du hemwelatiyên din ên malbata Gulperîpûr bi navên Şaho Heyîderî û Mîead Ehmedî” li çarrêya Seferî li bajarê Sinê girtin.

Li gor raporan hêzên îdareya Îtilata rejîm paş binçavkirina wan du hevwelatiyane, çûne nav mala wan û serbarî lêgerîn, alavên takekesî zewt kirine.

Heya bilavbûna nûçeya han tu agahiyek ji sedema girtina kes û karê Hebîbullah Gulperîpûr nehatiye biliv kirin, lê kempêyna navdewletî ya mafê mirov li Îranê di raportekê de ragihandiye, sê hemwelatiyên han yê Kurd li girîtîgeha îdareya Îtilatê de ne.

Hebîbullah Gulperîpûr girtiyê siyasî yê Kurd xelkê bajarê Sinê, destpêka sala 1388’an a Rojî, ji aliyê hêzên Hîfazeta Îtilatê ve li bajarê Mihabadê hat girtin û paş zîndanîkirin li girtîgeha Mihabadê, Sine, Urmiyê Simnanê û ezyet û eşkenceyekî zaf, roja 25’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, bi tometa “Endamiyetî li partiyeke Kurdî yê dijberî rejîma Îranê, hewldan dijî tenahî a neteweyî û dijayetî tevî xwedê” di temen 29 saliyê de hat lidarvekirin.