Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê kolber bûne goriyê destrêja hêzên rejîma Îranê

15:22 - 13 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Bi sedema teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê di devera sînorî a Serdeştê de, kolberek hat kuştin û duytên din jî birîndar bûn.


Li gor rapora nûçegihaniya “Kurdpa”, berwar 11’ê Îlona 2012’an, hejmarek kolberên Kurd li ser sînorên baajrê Serdeştê bûn armanca destrêja hêzên rejîma Îranê û di encam de kolberek bi navê “Mehmûd Dêwelan” canê xwe ji dest da û du kolberên din jî bi tundî birîndar bûn.
Li gor rapora nûçegihaniya “Mukriyan”ê, navê yek ji wan kolberên birîndar “Salih Salihzade”, xelkê gundê “Helwê” ye û birîndarê din jî navê wî “Ebdulla” ye.
Li gor rapopra Kurdpa, Salih Salijzade tevî birîndariyê jî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye destbiserkirin û bo cihek nediyar hatiye veuheztin. Heya nih tu zanyariyek li ser çarenivîsa navbirî di berdest de nine.
Di kimtir ji meheke derbasbûyî de 4 kolberên Kurd bi teqeya hêzên rejîma Îranê hatine kuştin û 5 kolberên din jî birîndar bûne.

20\'emîn Salvegera terora Dr. Şerefkendî û Hevelên wî