Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê saziyên mafên mirova xwazyarên serbestberdana Kebûdvend bûn

14:54 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Sê saziyên berevanên mafên mirovan bi ragihandina vê ku rejîm berpirsê canê Kebûdvend e, ji rejîma Îranê xwastin ku bilez û bibê şert “Mihemedsidîq Kebûdvend çalakê mafên mirovan yê Kurd serbest berdin.


Li gor rapora “DW”, saziya “Lêborîna Navnetewî”, “Federsyona Navnetewî a Civata Mafên Mirovan” û “Civata Berevanî Ji Mafên Mirovan Li Îranê” roja 17’ê Tîrmeha 2012’an, di daxuyaniyekê de ji desthilatdarên rejîma Îranê xwastin Kebûdvend Serbest berdin.
Li gor rapora han, ev sê saziyên mafên mirovan, Kebûdvend bi girtiyek cudabîr didin zanîn ku tenê seba çalakiyên rojnamevanî û mafên mirovan û mifahsitandina aşitîxwazane a azadiya derbirînê di girtîgehê deye.
Mihemdsidîq Kebûdvend, di berwar 26’ê Gulana 20121’an ve seba îzinnedana ji bo dîtina zaropkê nesax yê wî gireva birçîbûnê destpê kiriye. Pejman Kebûdvend xortê Mihemedsidîq Kebûdvend di rojên destpêka sala 2012’an de tûşî nesaxiyek nenaskirî bûye û di nexweşxanyê de ketiye.
Rewşa cismanî a Kebûdvend di dema destpêka gireva birçîbûnê ve heya niha bi tundî rû li xirabbûnê diçe. Pijîşkan ragihandiye ku ji bo çareseriya rewşa Kebûdvend, gerek ew bo nexweşxaneyek dervey girtîgehê bihê veguheztin, lê berpirsên girtîgehê navbirî bi kelepçeve ew birin nexweşxaneyê û Kebûdven bi mebesta nîşandana nerazîtiyê ji wê riftara rejîmê ji çûna bo nexweşxaneyê xwe parast.