Welatên Feranse, Alam û Birîtaniya, daxwaz ji Rûsiyê kirine ku bo danûstandinên Bercamê ti mercan nedanê û Rûsiye danûstandinên Bercamê bi şerê Ukraynê ve girê dide.
Sê welatên Ewropayê “Feranse, Alam û Birîtaniya” di daxuyaniyek hevpar de li civîna Şêwraya Hukam li Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî huşdarî bi Rûsiyê dane ku zêdekirina mercên nû, gihîştin bi enmcamekê li derheq kirîza bernameya navkiya Îranê gelek zehmettir dike.
Herwisa Feransê huşdarî daye di rewşekê de ku pêwendiyên Rojava digel Rûsiyê bi sedema êrîşa Rûsiyê li ser Ukraynê bûye kirîzek micid, bi derengxistina danûstandinên Bercamê renge bibe rêgirê lihevkirinan.
Rûsiyê ku dorpêçên li ser xwe bi danûstandinên Bercamê ve girê daye, rewşa danûstandinên bercamê û heta rewşa welatên Rojhilata Navîn jî aloz kiriye û Erebistanê daxwaz ji Amerîkayê kiriye ku alîkariyên zêdetir bo geşedan bi bernameyên navkî yên Erebistanê bide.
Piştevaniya Rûsiye û Çîn ji Îranê û herwisa geşeya bernameya navkiya rejîma Îranê, Rojhilata Navîn ber bi kirîzek navkî û rikeberiyek bo berhemanîna çekên zêdetir û heta çekên navkî ve dibe.