Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê zilhêzên Ewropayê xwazyarên tehrîmên zêde bo ser Îranê bûn

12:56 - 24 Îlon 2012

Kuridstanmedia: Sê welatên zilhêz ên Ewropayê, Almanya, Firansa û Birîtanya, xwazyarên sepandina tehrîmên zêde bi ser rejîma Îranê de bûn.


Li gor nûçegihaniya Firansa, sê welatên mezin ên Ewropayê roja Yekşemî bi awayek fermî daxwaz kirin ku tehrîmên zêde ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bi ser rejîma Îranê de bihên sepandin. Wezîrên Derve ên wan sê welatên Ewropayî ku ji bo beşdarî di civîna giştî a saziya “NY” li Nêwyorkê ne, di bernameyekê de bi Katrîn Eşton, Berpirsa siyasetên derve a Yekîtiya Ewropayê ragihandine ku ew xwazyarên tehrîmên nû bi ser rejîma Îranê de ne.
Berpirsa siyasetên derve ya Yekîtiya Ewropayê hevtiya derbasbûyî li gel Seîd Celîlî berpoirsê tîma got û bêjker yê rejîma Îranê li Stenbolê hevdîtin pêkanî.
Li gor çavkaniyek Ewropayî, got û bêjên roja Sêşemiya derbasbûyî di navbera Eşton û Celîlî de bêakam man, lewma Wezîrên Derve ên wan sê welatan xwazyarên tehrîmên nû bo ser ejîma Tehranê bûn.
Vê çavkaniya Ewropayî amaje kir ku di nîva meha Çiriya Pêşîn de biryar li ser tehrîmên nû dihê dayîn. Tehrîmên han beşên malî, ticaretî û nifta Îranê dike armanc.