Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seba “bêhicabî”ê 50 xwendekarên keç li zanîngehê hatin desrxistin

13:51 - 2 Çirriya pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Di destpêka sala xwendinê a zanîngehên Îranê de, 50 xwendekarên keç di zanîngeha Şehr Kurd bi tometa “bêhicabî”ê ji xewgehan hatin derxistin.


Li gor rapora malpera “Danişconêws”ê, piştî ku 50 xwendekarên keç ji zanîngeha Şehr Kurd hatin derxistin, wan xwendekaran ji bo şopandina doza xwe serdana Hiraseta zanîngehê kirin, lê li gel riftarên kirêt û bêhurmetiya berpirsên Heraseta zanîngehê berbirû bûn. Wan berpirsa bi bikaranîna gotinê nebaş, ew keçên xwendekar bi “bêhicabî”ê tawanbar kirin.
Yek ji wan keçên xwendekar gotiye ku kirêxaniya li Şehr Kurd pirr zêde ye û pirraniya caran jî seba ezebbûna keçan xaniyan ji bo xewgehên keçên ezeb nadin. Tê gotin ku hejmareke zêde a xwendekarên keç seba nedariyê azar û kedan dikşînin.
Xwendekarên han dibêjin ku heya niha bo carekê jî meimûrên Heraseta zanîngehê seba “bêhicabî”ê tu hişyariyek nedane wan û bibê hişyarî û pêşgotinek ew bi wê tawanê derxistin.