Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seba daxistina karxana Zagrosê, 400 kedkar bêkar bûn

13:14 - 12 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Çalakên kedkarî ragehandin ku li encama daxistina karxana Zagros 400 kedkar bêkar man.
Muhemed Goderzî bi nûçegehaniya “Îlna” ragehand ku Kargeha “Zagros Xodro” li bajarê Birucêrdê seba zafbûna kêşên malî hate daxistin û 400 kedkarên vê kargehê , serbarê wernegirtina heqdestê sê mehane, bêkar man.
Navhatî qala vê yekê jî kir ku hejmarek ji wan kedkaran pêştir jî li ser kerê xwe hatine derkirin, û herweha kerestên berhemhênana vê karxanê ku li welatê Maliziye dihatin, ji çerxa abûrî çûne der.
Ev çalakvanê kedkarî pêdagirî li ser wê kir, ku 14 sale ku ew karxaneye li Îranê de heye, tenê karê montajê kiriye û 250 hektar zeviyên bi nirx li vê deverê de zeft kiriye.
Her di vê pêywendiyê de kargeha berhemanîna Çayî li bakûra Îranê ber bi kirîza daxistinê ve diçe û 65 kargehên din bi yekcarî hatine daxistin.
Nûçegehaniya “Îlna” ji zarê Bêhzad Sazende cêgirê berpirsê sendîkaya kargeha Çayî a bakûra Îranê ve bilav kir ku seba siyastên naberpirsane ên rejîmê, ptir ji 65 kargehê berhemanîna Çayî li bakûra Îranê hatine daxistin.

Li koma 180 kargehên berhemanîna Çayî li bakûra Îranê, 65 kargeh daxistine û 115 kergehê din bi awayekî nîvco kar dikin.