Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seba lêdana bîra avê ji aliyê Sipaha Pasdaran ve, ava du gundê devera Bokanê qut bûye

19:36 - 6 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Seba lêdana bîra avê ji aliyê dest û pêwendiyên Sipaha Pasdarên rejîma Îranê ve ava wexwarina 2 gundên “Rehîm xan” û “Wizn Qişlaq” li devera Aleşîna Bokanê qut bûye.


Li bor rapora malpera Kurdistanmkedia, nêzîk bi 4 sale kirê kirtiyên rejîma Îslamî ya Îranê li nêzîk qenava kevin a “Xuşgeldî” li devera Aleşîna Bokanê, bîrekî kûr lêdane ku bûye sedema hişkbûna ava wexwarina du gundên Rehîm xan û Wizn Qişlaq yên vê deverê.
Qenava Xuşgeldî sala 1312’a Rojî di belgenameya fermiya Îranê de hatiye tomarkirin û xelkê wan gundane li ser vê bawerê ne ku ew qenave zêdeyî 200 sale heye û bo çareseriya arîşeya kêmiya vê hatiye çêkirin, lê a niha dest û pêwendiyên rejîma Îslamiya Îranê li nêzîk vî qenavê bi îzna dewletê û bi qazanca tekekediya xwe bîrekî kûr lêdidin û bûye sedema hişkbûna ava wexwarina hevwelatiyên vî deverî.
Akinciyên du gundên Rehîm xan û Wizn Qişlaq di dawakariya xwe de daxwaza kiribûn ku îmtiyaza lêdana vê bîrê helweşînin çunkû ev bîre kûre û dibîte sedema hişkbûna qenava Xuşgeldî.

Piştire jî salên derbas bûyî îzna mefah wergirtin ji wî qenavê dane bi endamên Sipaha Pasdaran û bi vê sedemê jî astengî û arîşe ji ava gunên Rehîm xan û Wizn Qişlaq re çêkiriye, nêzîkê heyvek berî niha jî xelkê wan du gundane hewlên bê encamên wan bo pêşgîrî li wan karên Sipaha Pasdaran, ji hemberî parêzgeha Urmiyê narahetî û narizayetiya xwe ragihandin.
Di encama wan narizayetiyane de parêzgeha Urmiyê naçar bû, erêna lêkolîn û pêregehîştin bi daxwaza wan bike, lê heya niha tû bersivek bi xelkê wan du gundane nehatiye dan.
Xelkê gundê Rehîm xan dibêjin di vê pêwendiyê de nameyek bo serkomarê Îranê nivîsîne, lê nek tû bersivek bi wan nedane, belkî gef li şivra gundê Rehîm xan û bexşdarê “Sîmîne” jî kirine ku nabê dûrde çûn bi vê pirêse bikin.
Ava Xuşgeldî di kultura deverê de cihê û pêgeha teybet heye û helbestvanên kevin û nû ên Kurdistanê helbes bi vî re gotine.