Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sedan serbazên Îranê li Sûriyê ne

14:12 - 29 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Salar Abnûş Fermandeyê Sipaha Pasdaran a rejîma îslamî a Îranê ragihandiye ku bi sedan serbazên sipaha Îranê li Sûriyê ne.


Rejîma Îranê bi armanca parastina Beşar Esed di desthilatê de, berdewam piştevaniya xwe ji rejîma wî nîşan daye û Sipaha Psdaran a Îranê jî ragihand ku wan bi sedan serbaz derbasî Sûriyê kirine ku piştgiriyê bidin Beşar Esed.
Li gor rojnameya “The Wall Street Joumal”, Salar Abnûş yek ji Fermandeyên Sipaha Pasdaran a Îranê ragihandiye ku Îranê bi sedan leşker şandine Sûriyê. Herweha Abnûş dibêje ku hêzên rejîma Îranê mijûlî hînkirin û rahênana hêzên ewlekariyê ên rejîma Sûriyê ne.
Abnûş diyar dike ku biryara şandina serbazan piştî êrîşa ser Şam û Helebê hatiye wergirtin.
Rojnameya “The Wall Street Joumal” di nûçeya xwe de li zarê Sipaha Pasdaran a Îranê ve bal kişandiye ku Îran alîkariya çek û pereyan bi rejîma Esed re dike.

Abnûş ev yeka jî zêde kir ku rejîma Îranê li Sûriyê “şerekê serbazî û çandî dike”.