Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek bi hinceta 26 Xermanan salvegera şehîdên Mîkonosê li welatê Suêd birêwe çû

15:37 - 23 Îlon 2015

Kurdistanmedia:li welatê sued bi boneya 26ê Xermanan, semînareke siyasî, Ferhengî û civakî hate ber bas, ku Dr. Sadiq Şerefkendî giringî jêre dida û dixwest bike binemayên şoreşgêriyê û bi awayeke zanistî damezrîne.

Li gor nûçegehaniya malpera kurdistanmedia,roja 28ê Xermanan a1394 (19.9.2015)an, komîteya giştî ya PDKÎ li welatê Suêdê, bi sedema 23hemîn salvegera şehîdkirina Mîkonosê, bi beşdariya hejmarek berçav ji endam û alîgirên PDKÎ û kurdên akinciyên wî welatî, herwisa nunerên part û aliyên siyasî ên bajarê “Îskîlstûna” semînarek birêwe bir.

Di despêka semînarê de siruda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina xolekek bêdengî bo rêz girtin ji cane paqij ya şehîdên kurd û Kurdistanê dest pêkir.

Pişt re peyama komîteya giştî ya PDKÎ li welatî Suêd li aliyê “Enwer Kakeyî” berpirsê komîteya PDKÎ hat xwendin.

Kakeyî di peyama xwe de got: Dr. Sadiq Şerefkendî li ser vê baweriyê bû ku xebat ji hember rizgariya gel tenê di vê de niye ku axa xwe di destê dûjmin de rizgar bike, belku pêdvîye şoreşgêr di ware Aborî, siyasî û civakî jî pilana rizgariya gelê xwe di destê tepeserî û dabînkirina demokrasî û azadî jî de hebe.

Di beşek din a semînarê de, Loqman Ehmedî endamê komîteya nawendî a PDKÎ û berpirsê beşa pêwendiyên PDKÎ ya derveî welat, li ser 23hemîn salvegera şehîdên Mîkonosê basek pêşkeşî başdarbûyan kir.

Ehmedî amaje bi planên agahane ên Dr. Sadiq Şerefkendî bo pêşeroja gelê xwe kir û di vê derheqê de got: bo ber bi pêşvebirina siyaset û rêberîkirina PDKÎ Dr. Sadiq Şerefkendî yekem kes bû piştî şehîd Dr. Qasimlo.

Rêzdar Loqman Ehmedî di gotinên xwe de bas ji tehloke û rola têkderî ya rejîma îslamî ya Îranê di rojhelata navîn û bitaybet bandor û pilan kirêt ên başûrê, bakûr û rojawayê kurdistanê û siyasetên PDKÎ di vê derheqê de kir.

Beşa dawî ya semînarê bo pirsiyar û têdîtinên beşdarbûyan hat kirin ku bersiv ji aliyê Loqman Ehmedî endamê komîteya nawendî a PDKÎ ve hat dan.