Roja Pêşncşemî 7ê Nîsanê, semînarek li ser Rojhilatê Kurdistanê bo Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê bi hevkariya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê, hate lidarxistin.
Ji aliyê birêveberê semînarê ve, Parlemantarê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê “Serkan Kuyse”, semînar bi şêwaza panêl destpê kir. Di wê panêlê de nûnerên her 4 Partiyên Rojhilatê Kurdistanê gotar li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê pêşkêş kirin.
Berpirsê Ragihandina PDKÎ li derveyê welat wekî nûnerê PDKÎ di wê semînarê de beşdarî kir û gotarek pêşkêş kir.
Navbirî di gotara xwe de rewşa xelkê Kurd û Ukrayênê danî ber hev û xalên hevpar û xalên cudatiya wan tevgeran li 2 beşan de şirove kir.
Aso Salih di beşek ji gotinên xwe de îşare bi piştevaniya navnetewî wekî girîngtirîn xala cudatiya xelkê Kurd û Ukraynê kir û got: Tevî vê ku zêdetir ji 100 salan e ku xebata Kurd bi şêwaza rêkxistinî hatiye kirinê, lê heta niha nikarin bi zimanê xwe dersê bixwînin.
Berpirsê Ragihandina PDKÎ li derveyê welat “Aso Salih”, di berdewamiya gotinên xwe de tevî îşarekirin bi amara haletên binpêkirina mafê mirovî li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê ve got: “Renge destkevtên tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê kêm bin, lê ew fîdakariyên ku di wê rêyê de hatine kirin, nabe ji bîr bikin.
Herwisa “Aso Salih” got: “Em wa hizir dikin ku bo çareserkirina pirsa Kurd dî wî welatî de demokratîzekirina Îranê dikare rêyek aştîxwazane û demdirêj be, lê tevî vê yekê û bi berçavgirtina vê yekê ku welatên Rojavayî alîgirê aştî û demokrasiyê ne, lê hêj ti hogiriyek bo piştevanî ji xebata Kurd li Rojhilayê Kurdistanê li nav wan welatan de nayê dîdin.
Aso salih di dawiya gotinên xwe de tevî îşarekirin bi danûstandinên navkiyên rejîma Îslamî ya Îranê, tekezî li ser vê kir ku cara berê, vêdebirina dorpêçan li ser Îranê bû sedema vê ku piştevaniyên rejîma Îranê ji girûpên terorîstî û projeyên wê yên mûşekî berfirehtir bibin, lewma lihevhatina Navkî nikare bibe sedemê geşekirina hêzên demokratîk ên nav welat, belkî berevajî dibe sedemê tepeserkirina wan hêzan.
Nûnerên din li panêlê bas ji binpêkirina mafê mirovî wekî binçavkirin û îşkencekirin, bilindbûna rêjeya betalî li Rojhilatê Kurdistanê, nebûna derman û navendên tendirustiyê û çaresernekirina pirsgirêka Koronayê kirin.
Herwisa bas ji nebûna ava vexwarinê, têkdana jîngeha Kurdistanê, milîtarîzekirina Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîmê û kuştina kolberan jî hate kirin.
Cudatîdanînên bo kêmîneyên Olî û fitneyên rejîmê li nav xelkê Kurdistanê, belavkirina madên hişber û binçavkirina mamostayên zimanê Kurdî yên wekî “Zara Mihemedî” û hevalên wê, binçavkirina çalakvanên medenî û jingehî, kuştin û terorkirina çalakvanên siyasî li navxwe û derveyî Kurdistanê mijarek din a wê semînarê bû.
Krîzên aborî û enflasiyon li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, gefxwarinên rejîma Îranê li Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên rûniştiyên Başûrê Kurdistan, terora çalakvanên Kurdên Rojhilatê li Başûrê Kurdistanê, xerckirina dahat û perê xelkê Îranê bo karên terorîstî û dana pere bi milîsên Şîeyên Îraqê, Sûriye, Yemen û Lubnanê, şandina sîxur bo welatên Ewropayê, belavkirina îdeolojiya Şîegerî bo derveyî Îranê jî hatine baskirin.
Tevî beşdariya endamên PDKÎ û heyeta Komîteya Giştî ya PDKÎ li Swêdê, nûnerên wan 4 Partiyan jî beşdarî kirin.
Hevdem nûnerên “Partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê, Berpirsê Ferderasiyonê û çendîn rêkxirawên din” beşdarî di wê semînarê de kirin. Beşdarbûyên semînarê bi awayekî çalakane, bi pirsîn û pêşniyarên xwe beşdarî li semînarê de kirin.
Girîngiya wê semînarê ev bû ku peyama Rojhilatê Kurdistanê bi rêya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê ve bigîhîje bi Parleman û Wezareta Derve ya Swêdê.
Daxwaziyên wan partiyan di wê semînarê de ji welatê Swêdê ev xalane ne:
Yekem; Pêştevaniya siyasî û mafê netewatiya xelkê Kurd li Rojhilatê kurdistanê bikin.
Duyem; Pirsa Kurd bigihînin bi Navenda Yekîtiya Ewropayê û Netewên Yekgirtî.
Sêhem; Rêgirî ji çêkirina çeka navikî ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve bê bikin ku dê bibe gegek mezin li ser deverê û hemû cîhanê.