Roja Pêncşemî 13ê Çiriya Paşîn, kedkarên nerazî yên kangeha zêr a “Zerşoran”ê ser bi bajarê Tîkabê, kombûneke nerizayetiyê lidar xistin û nerizayetiya xwe li hember nedana heqdesta taybet a salane û xweşbijiviyê ku çendîn sal e jê bêpar bûne, dane xuya.
Kedkarên vê kangeha zêr ku yên girêbestakar digel şirketa “Ariyana” de mijîlê kar in, bo micidbûn û nîşandana nerizayetiya xwe rêya hatina bo nav kangehê daxitin.
Kangeha Zerşoran a bajarê Tîkabê, bi pêka dawî amarên rêjîmê her heyvê zêdetir ji 110 kîlo zêr berhem tîne û Tevaviya dahatê vê bo derveyê dever û parêzgehê tê şandin û heta dana heqdestên kedkaran jî çendîn heyvan bi paş dikevin û çendîn sal e dirafê salaneya wan ku bi dirafê Senewat tê naskirin jî bi wan nedane.