Roja Sêşemî 20ê Xezelwera 1404an a Rojî. Xuleke Fûtsalê ku ji aliyê beşa werzişiya navenda Perwerde ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ve hatibû rêkxistin û bi hevkarî û hevahengiya Yeketiya Ciwanên Demokrata Rojhilatê Kurdistanê birêve çû. Dawî pê hat û tîmên serkeftî hatine xelatkirin.
Tîmên Berbezîn. Û ÊF Sî Azadî ku ser bi yeketiya Ciwanane û Êf Sî Parêzer pileyên yekim heya sêyem di van lîstikan de bo xwe tomar kirine.
Di dawiya vê rêûresmê de. baştirîn lîstikvan. baştirîn golçî. Baştirîn lîstikvanên teknîkî. Baştirîn gollkar û baştirîn lîstikvanê exlaqî hatine xelatkirin.
Herwisa lîstik bi awayê girûpî birêve çûn û li qonaxa yekem de her tîmekê 3 lîstik encam dan û di qonaxa dûyem de lîstik bi awayê tek hezfî birêve çûn û bi awayekî rêzbendî li rêya tîrûpişkê hatine diyarîkirin.
Li rêkefta 12ê Xezelwerê de lîstik di rêûresmekê de dest pê kirin û ev kêberkêya 8 rojan berdewam bû û nêzî 150 lîstikvan li hemû kempên hizbê beşdar bûn û di vê heyamê de 32 lîstik birêve çûne.
Di wan zincîre lîstikan de 223 goll hatine tomarkirin û 55 kartên zer û 4 kartên sor ji laiyê daweran ve bi lîstikvanan hatine dan.
Beşa werzişiya navenda Perwerde ragehandiye ku mebest li birêvebirina wan kêberkêyan. Bihêzkirin û bilindkirina asta amadeya cesteyî û pêşvebirina rohiye û bihêzkirina peywendiya hevaltî û hevdengî di navbera pêşmerge û endamên malbatên hizbê bûye. Hizba demokrat hertim bihayekî taybet daye bi werzişê di nav refa pêşmerge de.