Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, bi belavkirina raporekê daye zanîn ku nêzî 5 heyv e, ti derfetek bo ceribandina rastiyên bernameya navkî ya rêjîma Îranê nebûye û li vê heyamê de ti destpêregihîştinek bi Oraniyoma Meyandî ya bi tîratiya %60 nebûye.
Ajansê li vê rapora xwe de bi rohnî daye zanîn ku rêjîma Îranê bi ti awayek derfetê nade lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ku li navendên bombebarankî de lêkolînan bikin.
Herwisa vê Ajansa Navnetewî daye zanîn ku rêjîma Îranê lihevkirina Qahirê bo destpêkirina lêkolînan li navendên navkî, hilveşandiye.
Pêştir jî hinek aliyan ragihandibû ku nerohniya bernameya navkî ya rêjîmê, egera êrîşkirina dubare ya Îsraîl bo ser rêjîma Îranê gelek zêdetir kiriye.