Rojnameya Ekonomîst gotarek belav kiriye ku tevî îşarekirin bi şerê 12 rojeye Îsraîl digel rêjîma Îranê, daye zanîn ku egera vê heye li êrîşa 2ê ya Îsraîlê bo ser rêjîma Îranê, binyata vê bike armanc û bi awayek din, rêjîma Îranê biguherîne.
Wê rojnameyê daye zanîn ku hekî rêjîma Îranê bigihîje vê baweriyê ku Îsraîl dixwaze rêjîmê li Îranê de biguherîne, egera vê heye ku êrîşê bike ser welatên cîran û Donald Trump neçar bike ku li navbera kontrolkirina Îsraîl û metirsiya têketina nearamiyê li welatên Erebî yên hevpeymanê Amerîkayê, yekê hilbijêre. Gorî wê gotatrê, bi kurtî Îsraîl cehdê dike ku Amerîka bikêşe nava şerekî tevav eyar li deverê de û bi dijî rêjîma Îranê.