Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şendekî DBP tevî pêwendiyên PDKÎ li Hewlêrê hevdîtin lidar xist

20:39 - 31 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Şendekî Partiya Aştî û Demokrasî (DBP) serdana deftera pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Hewlêrê kir.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Şemiyê 30’ê Tebaxa 2014’an, heyetekî DBP ku pêk hatibû ji Xanima Şîlan û Cemal Dursun serdana deftera pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Hewlêrê kir û ji aliyê Mihemed Salih Qadirî endamê Komîteya Navendî û berpirsê deftera pêwendiyên PDKÎ ve hatin pêşwazîkirin.

Di destpêka hevdîtinê de, vefta pêwendiyên DBP, serbarê derbirîna hêviya serkevtinê bo PDKÎ di xebata Rojhelata Kurdistanê de, basa zirûfa niha ya deverê û hatine gorê ya derfeta nû bo Kurd di vê qonaxê de kir.

10109.jpg


Herwiha şanda han di dirêjahiyê de bi hewce zanî pirsgirkinên aliyên siyasî vêde bibin û parastina gelê Kurd berçav bigirtin.

Şanda pêwndiyên DBP di dirêjahiyê de, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bo 7’emîn kongireya Civaka Demokratî vexwand, ku qirare di Diyarbekirê bi rêve biçe.

Piştre Mihemed Salih Qadirî endamê Komîteya Navendî yê PDKÎ û berpirsê deftera pêwendiyên PDKÎ li bajarê Hewlêrê, serbarê derbirîna kêfxweşiya xwe ji serdana DBP, guherîna bîr û ra di vê bizavê de û karkirin li ser bingeha hevpar bi hewceyeke nihayî bo aliyên Kurd zanî û êrîşa DAÎŞ’ê û pîlanên deverê bi dijî gelê Kurd û bi xasmanî rejîma Îslamî a Îranê bi maytêkirin di deverê de bi metirsî li ser asayîş û asûdeyî û serweriya Herêma Kurdistanê û tevgera Kurd li hemû parên Kurdistanê de wesfand.

Qadirî di dirêjahiya axaftina xwe de, qonaxa niha bi derfetek ku dibe bikine bingehek bo karê hevpar di navbera hemû hêzên Kurdî bo gihîştin bi armanên neteweyî, nav bir.