Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sepandina hepsê bi ser du hevwelatiyên Miyandoavê de

22:22 - 28 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Du hevwelatiyên Miyandoavê bi tometa ewlehî, her yek ji wan salek heps biser de hat sepandin.


Li gor rapora nûçegihaniya Mokiyanê, du hevwelatiyên Kurd bi navên “Qasim Rehîmî” û “Mihemed Îbrahîmîzade” xelkên gundê “Gezlên” yê ser bi devera Miyandoavê, bi tometa ewhelî ji aliyê taya Yek a Dadgeha Înqilaba Îslamî a Mehabadê ve bi du salan hespê hatin mehkûmkiriin.
Ev du hevwelatiyên Kurd ku heyamê 6 mehan bû destbiser bibûn, niha di girtîgeha Navnedî a bajarê Mehabadê de heyamê hukmên xwe derbas dikin.
Herweha berê jî hevwelatiyek Mehabadê bi navê “Mihemedemîn Qadirzade” bi tometa ewlehî ji aliyê Dadgeha Înqilaba Îslamî ve bi salan hepsê hatibû cezakirin.