Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şepola kom kirina mahwaran li Urmiyê dom dike

14:01 - 6 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Hêzên întizamî yên rejîma Îranê li şehreka “Rajan”a seb bi herêma Deşta a bajarê Urmîyê dest bi kom kirina mahwareyên havwilatiya kirin.
Ligor rapora malpera Kurdistanmedia’ê hêzên întizamî sê roje li şehreka rajan ê, dest bi kom kirina mahwarên wilatiyên Kurd kirine.
Bi gotina xelkê herêmê, ev hêzane pir cara bê îzna xwedîyê malê diçine ser banê malan û dîşên mahwaran zevt diken.
Çend roj berî niha hêzên intizamî ê rejîma Îslamîa Îranê li devera Mergeverê dest bi ser mahwarê wan havwilatiyên vê deverê girtin.
Ev hêzane êriş birine ser gundê “Xurasp”ê li devera Mirgewer û hejmarek ji dîşên mahwarên wilatîyan kom kirine.